Matosyan: Federasyon siberoja me ye

Ji delegeyên Girê Spî yên projeya federasyonê Matosyan bal kişand ser girîngiya federasyonê ji bo siberoja Ermeniyan.

Matosyan got, "Tirkiye naxwaze federasyon pêk were, naxwaze gelên li Sûriyeyê dijîn azad be" û destnîşan kir, ku ew gefên Tirkiyeyê qebûl nakin.

Delegeya Girê Spî ya Projeya Federasyona Bakurê Sûriyeyê/Rojava Lûsîan Matosyan, wateya federasyonê ji bo Ermeniyan ji ANF'ê re nirxand.

Projeya federasyonê di nava gelê Ermenî de bi çi rengî hat pêşwazîkirin?

Dema me bihîst, em pê kêfxweş bûn. Ji xwe bi şoreşê re zext û zordariya li ser me, rabû bû. Me dest bi jiyaneke azad kirin. Bi destpêkirina nîqaşên li ser federasyonê re, gelên li herêmê pê bawer kir ku êdî hiqûqa jiyana wekhev û azad ava dibe. Lewma em bêhtir pê kêfxweş bûn. Bi rêya vê projeyê wê xweserî bêhtir derkeve pêş û bi hev re bijî.

Niha li Til Ebyadê zêde Ermenî neman e. Hejmara me gelekî kêm e. Dema krîza li Sûriyeyê dest pê kir, piraniya Ermeniyên li vir diman berê xwe dan Ermenîstanê, Kanadayê û gelek welatên din. Ermeniyên li vir man, bi coşeke mezin hem cihê xwe di nava rêveberiya xweser de girtin, hem jî tevlî karê federasyonê bûne. Ermenî û gelên Xiristiyan ên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê dijîn, bi kêfxweşî tevlî vî karî dibin. Xwe jê venagirin. Baş pê dizanin ku azadiya wan bi vê yekê dibe û bi vê sîstemê dikarin bi rengekî azad û xweser bi çand û baweriya xwe bijîn. Di hemû civîn û nîqaşên nava gelan de me cihê xwe girtin û em nêrînên xwe di van civînan de her parve dikin.

Hê ji destpêkê ve ez cihê xwe di nava nîqaşên li ser federasyonê digirim. Dema em tevlî civînan dibûn, yên di destpêkê de tevlî vê projeyê nedibûn ji me re digotin, 'Hûn hewl didin Sûriyeyê parçe bikin'. Lê me di civîn, nîqaş û xebatên agahdarkirinê de rave dikirin, ku armanca federasyonê parçekirina Sûriyeyê û gelên Sûriyeyê nîne. Jiyana azad û xwişk-biratiyê bi federasyonê dibe.

Beriya şoreşa Rojava û sîstema federasyonê, rewşa gelê Ermenî çawa bû?

Di dema rejîmê de jiyaneke rûniştî ya Ermeniyan û gelê Xiristiyan hebû. Ermenî û gelên Xiristiyan demeke dirêj e li vir dijîn. Lewma bi awayekî dihatin qebûlkirin. Lê belê di dema Artêşa Sûriyeya Azad de hêdî hêdî zext li wan hat kirin. Di dema DAIŞ'ê de ev yek veguherî zilm û hovîtiyê. Sê rê danîn pêşiya me: ya hûnê axa xwe biterikînin û biçin, ya hûnê di nava zilmê de bijîn, ya jî hûnê pere bidin... Nehiştin em bi baweriya xwe ya olî bijîn. Weke heram e, ragihandin. Jiyana me ya civakî, bawerî û edetên me asteng kirin. Li xwe kirina çarşefa reş, ne ji irf û edetê me ye, lê bi zorê çarşefa reş li me kirin.

Li gorî we astengiyên herî girîng ên navxweyî û derve li pêşiya projeya federasyonê çi ne?

Li pêşiya xebatên federasyonê bêguman astengî hene. Astengiya herî mezin pirsgirêka zîhniyetê ye. Mirovên xwedî mejiyê berê ne, astengiya herî girîng in. Bi hêsanî fêhm nakin. Mejiyê wan ê ji dema DAIŞ'ê mayî, hê dewam dike. Lê ev ji holê radibe. Civînên li vir tên lidarxistin gelekî bandorê dikin. Bi eşîrên girîng ên Ereb ên li Girê Spî re nîqaş hatin kirin û aliyekî girîng ê vê rewşê çareser bû. Pirsgirêkên navxweyî ev in, lê li derve hin dewlet hene ku naxwazin federasyon pêk were. Serkêşê van jî dewleta Tirk e. Tirkiye naxwaze federasyon pêk were û gelên li Sûriyeyê bi rengekî azad û baş bijîn. Em Ermenî gelekî baş bi vê rewşê dizanin. Beriya sed salî em qetil kirin. Piştî qirkirinê hewl dan bi zorê me bikin Misilman. Zarokên bê dê û bav man, bi xwe perwerde kirin. Niha jî dixwazin heman tiştî ji bo gelên din bikin. Em dewleta Tirk baş nas dikin. Sûriye xaka me Ermeniyan e. Welatê me ye. Em li dij in ku dewleta Tirk vê xakê dagir bike. Her roj gefê li Til Ebyadê dixwin. Em van gefan qebûl nakin.

Bi dîtina we, federasyon wê hem li Bakurê Sûriyeyê hem jî li gelemperiya Sûriyeyê bi ser bikeve?

Ez bawer im federasyon wê li Bakurê Sûriyeyê bi ser bikeve û ji bo siberoja Sûriyeyê jî gelekî girîng e. Kurd, Ermenî, Ereb, Tirkmen, Asûrî û hemû gelên din ên li ser vê xakê dijîn, wê bi rengekî xwişk-bira bi hev re bijîn. Ji bo jî hin hewldan divê. Berî ku her kes li berjewendiyên xwe bifikirin, eger li berjewendiyên gelên Sûriyeyê bifikirin, wê her tişt baştir bibe. Eger her kes bide dû berjewendiyên xwe, wê rewşa welêt bêhtir nebaş bibe; ji xwe sedema mayîna me di vê rewşê de, hesabên li ser berjewendiyên şexsî ne.

...