Yekîtiya Mamosteyan a li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê, qetilkirina 3 siyasetmedarên jin ên kurd şermezar kir û banga bilindkirina têkoşîn û yekîtiyê kir.
Yekîtiya Mamosteyan têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê komkujiya li paytexta Fransa Parîsê pêk hat û 3 siyasetmedarên jin hatin qetilkirin, hate şermezarkirin. Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên ev komkujî pêk aniye, dixwazin vîna jinên kurd bişikînin û pêvajoya aştiyê têk bibin û wiha hat gotin: “Lê bila bê zanîn ku gelê kurd çawa di dîrokê de artêşên wekî ya Îskender têk birine, wê êrîşên niha jî berteref bikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku mamoste wê xwendekarên xwe li ser rêça “şehîdan” perwerde bikin û li hemberî êrîşan banga bilindkirina têkoşînê û avakirina yekîtiya kurd hate kirin.