Mamosteyên aştîxwaz her tim bûne hedefa dewletê

Perwerdekar Kiliçoglû diyar kir, di salên 90'î de gelek hempîşeyên wî, ji ber karên xwe yên sendîkayê bi rengekî kiryar nediyar hatin kuştin û got, "Zext û bêhiqûqî zêde bûye. Yekane tişta hatiye guhertin, rêbaza vê yekê ye."

Kiliçoglû banga mezinkirina têkoşînê li perwerdekaran kir û got, "Eger em bibin yek, em ê li dijî her şêwe zext û zordariyê bi ser bikevin."

Perwerdekar Haydar Kiliçoglû, têkoşîna kedkarên perwerdeyê ya ji salên 90'î heta roja îro, ji ANF'ê re nirxand.

Di salên 90'î de rewşeke çawa ya siyasî hebû? Pirsgirêkên bi çi rengî derdiket pêşiya we perwerdekaran?

Zextên di salên 90'î de dihat kirin, bê guman ne tenê li qada bejahî bû. Li qada kedê jî dihat kirin. Bi taybetî, mirovên karên sendîkayî dimeşandin, bi rengekî kiryar nediyar dihatin kuştin. Û mekanîzmaya dadgeriyê li pêşberî van cînayetan bêhikum bû. Ez naxwazim qala helwesta hêzên ewlekariyê jî bikim! Crekê, ji bo rakirina cenazeyê hevalekî me yê bi kiryar nediyar hat kuştin, em li ber morgê disekinîni. Polîsên li wê derê ji bo çavê me bitirsîne û me aciz bike, bi dengekî bilind bi hev re daxivîn û bi ken ji hev re digotin 'Îro jî Ermeniyek çû. Em ji yekî xilas bûn'. Dixwestin çavê me bitirsînin. Lê piştî her cînayetê tevlîbûn zêdetir dibû, berxwedan mezintir dibû. Lewma ji bo pêşî li xebatên me yên sendîkayî û rêxistinbûna me bigirin, ji qedexeya derketina derveyî bajêr heta birîna mûçeyan, ceza û şandina sirgûnê, serî li gelek tiştan didan. Di dawiya sala 1997'an de, dewleta ku dît bi kuştinên kiryar nediyar nikare encamekê bi dest bixe, dest ji bikaranîna vê rêbazê berda. Ji ber ku 17.000 bi rengekî kiryar nediyar hatin kuştin, lê tiştek neguherî. Binavkirina van cînayetan bi rengê 'kuştinên kiryar nediyar' ne rast e. Ji bo me kiryar diyar in.

Ev cînayet li ku û çawa dihat kirin?

Sibehê yan jî êvarê, mirov li nava kolanan an jî li ser rê dihatin kuştin. Mînak; hevalekî me yê bi navê Ahmet Bayhan hebû, ji Nisêbînê bû. Ji bo tevlî mîtîngeke me ya li Enqereyê bibe bi rê ket, lê li ber wesayîta xwe ya li Tekkapi hat kuştin. Wekî din hevalên me Ramazan Aydin Bîlgen û Zubeyîr Akkoç hebûn. Li Dibistana Seretayî ya Hurriyet dixebitî.  Dema danê sibehê diçû dibistanê hat kuştin. Hevalekî me bi navê Hasan Akan hebû. Bi rengekî aktîf nedixebitî, lê ew jî kirin hedef.

Li gorî rewşa heyî, kedkarên xebatên sendîkayê dimeşînin, niha jî di hedefa dewletê de ne. Sedema vê çi ye?

Rêxistinên civakî yên sivîl (RCS) di biryarên têkildarî civakê de xwedî mafê gotinê ne. Mînak di salên 90'î de Platformên Demokrasiyê yên Herêmê hebûn. Vê platformê bi 350-400 RCS re civîn pêk danî, dest li rewşa li bajaran werdida. Baş tê bîra min; li Basanê komkujî, li Licê jî cerdevaniya bi zorê hatibûn kirin. Em bi heyetan diçûn wan cihan, me rapor li ser rewşê dinivîsand û pêşkêşî çapemenî û raya giştî dikirin. Lewma ev yek ji bo dewleta ku mîna qutiyeke girtî dixebitî, pirsgirêk bû. Ji ber ku aliyê zordar û antî demokratîk ê dewletê eşkere dibû. Ev jî dibû sedem ku zext li me bê kirin. 

Îro jî kedkarên perwerdeyê ji ber ku li dijî şer disekinin, ji ber ku aştiyê diparêzin ji kar tên derxistin. Li pêvajoya Sûrê bifikirin; Mamoste ji ber ku gotin bila bombe li malan neyên barandin, bila dibistan neyên xerakirin, bila zarok nemirin, bûn hedef. Ev nerazîbûn gelekî însanî bû. Mamosteyan ranehiştin çekê û daneketin kolanan. Tenê dest ji kar berdan! Lê dewletê nekarî tehemûlî vê bike.

Herî dawî bangek we ji b kedkarên perwerdeyê yên bûne mexdûrên pêkanînên dewletê, heye?

Armanc çavtirsandin e. Xwe venegirin. Em têkoşîna xwe ya ji bo perwerdeyeke laîk demokratîk û bi zimanê dayikê bidomînin. Eger em bi hev re tevbigerin, em ê karibin bi ser bikevin.

...