Malbatên girtiyan li ber girtîgehê di çalakiyê de bûn

Malbatên girtiyan li ber girtîgehê di çalakiyê de bûn

Polîsan destûr neda girseye ku dixwaze tevlî çalakiya ji bo gireva birçîbûnê ya li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bibin. Ji ber astengiya polîsan rageşî pêk hat û bi sedan kesan slogana "Zext me bêzar nakin." Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk axivî û wiha got: "Em soza di her şert de em dê bi hevalên xwe re bin didin. Girtî ji bo mafên xwe yên demokratîk di gireva birçîbûnê de ne."

Endamên TUHAD-DER'a Amedê têkildarî çalakiya gireva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên PKK û PAJK'î ve di 12'yê îlonê de bi armanca şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên tenduristî, ewlehî û azadiyê pêk bên û mafên kurdan ên demokratîk bên dayîn li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlementerên BDP'ê Ozdal Uçar û Ayla Akat, Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, Feleknas Uca, Dayîkên Aştiyê, rêveberên BDP'ê, DÎSK, EMEP, ESP, KESK, HDK, TUHAD FED û gelek xizmên girtiyan tevlî daxuyaniyê bûn. Polîsan li ber girtîgehê tedbîrên berfireh girtin û destûr nedan li ber girtîgehê daxuyanî bê dayîn.

Girseyê helwesta polîsan bi tilîlî û çepikan şermezar kir. Ozda Uçar bertek nîşanî polîsan da û diyar kir ku her timli ber girtîgehan daxuyaniyan didin çapemeniyê û wiha got: "Kî dibêje bila li vir daxuyaniya çapemeniyê nedin wê bêjin."

'MAFÊ ME YÊ DEMOKRATÎK TÊ ASTENGKIRIN'

Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk ji bertek nişani helwesta polisan da ü wıha got: "Ji 12'yê îlonê hate niha girtgî di çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û doveneger in û KCD û BDP piştgiriyê didin vê yekê. Mafê me yê daxuyaniyê ji aliyê polîsan ve tê astengkirin. Em ji bo çalakiyê nîşanî raya giştî bidin li vir in. Em dê di her şertan de li cem hevalên xwe bin û em vê sozê didin. Di encama polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yê li ser gelê me serokatî di tecrîdê de ye. Girtî ji bo mafên xwe yên demokratîk di gireva birçîbûnê de ne. Tu kurd tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan qebul nakin. Birêz Ocalan vîna vî gelî ya demokratîk û nûnerê gel e. Divê hemû kes rûmetê nîşanî vê yekê bidin. Li Îmraliyê mafên mirovan neyên pêk anîn. Li Îmraliyê mafên gerdûnî nayên pêk anîn. Birêz Ocalan di çalekê de tê girtin. Girtiyên siyasî vê yekê qebûl nakin."

'GIRTIYÊN SIYASÎ TENÊ NÎN IN'

Piştî rageşiyê çalakiya rûniştinê pêk hat. Di dema çalakiyê de polîsan pankrata "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re aşitî" ji aliyê polîsan ve hate desteserkirin. Piştre Ozdal Uçar axivî û wiha got: "Li vir malbatên zarokên wan dest bi rojiya mirinê kirin hene. Ne serokwezîr û ne jî wezîran tu caran bi wijdanî li pirsgirêkên vî gelî mêze nekirine. Em bang li hemû cîhanê dikin. Girtiyên hejmara wan bi deh hezaran tenê nîn in. Roj roja çalakiyê ye."

Piştî daxuyaniyê girseyê ber bi Mala Şînê ya Pasuriyan ve dest bi meşê kir. Di dema meşê de pankrata "Bila mafê perwerdehiyê bê nasîn pirsgirêka kurd bi aştiyane û demokratîk bê çareserkirin" vekirin. Li mala nîşê dua hatin kirin û rêzgirtin pêk hat.