Malbatên girtiyan: Em pêvajoya çalakiyan didin destpê kirin

Malbatên girtiyan: Em pêvajoya çalakiyan didin destpê kirin

Malbatên girtiyan diyar kirin ku, ew dê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiyên gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger ya girtiyan dane destpêkirin pêvajoya çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger bidin destpêkirin. Malbatên girtiyan destpêkê dê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bên cem hev û daxuyaniyê bidin çapemeniyê.

Malbatên girtiyan bi armanca balê bikşînîn ser gireva birçîbûnê ya di 12'ê îlonê de li girtîgehan destpê kir li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di salona civînê de pankrata "Ji tecrîdê re na ji girtiyan re azadî" hate daliqandin, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên kesên di gireva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin. BDP'ê û Dayîkên Aştiyê jî piştgirî dan malbatên girtiyan.

'EM PÊVAJOYA ÇALAKIYAN DIDIN DESTPÊKIRIN'

Li ser navê malbatan Selîm Înal daxuyanî xwend û diyar kir ku, heke di çalakiyên gireva birçîbûnê de mirin pêk bên berpirsyarê vê yekê hikûmeta AKP'ê û Wezareta Dadê ye. Înal anî ziman ku, li gel hemû daxwazên gelê Kurd yên demokratîk polîtîkayên tunekirinê tên meşandin. Înal da zanîn ku, hemû kesên li hemberî şer divê ji AKP'ê re bêjin "raweste". Înal anî ziman ku, ew dê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya gireva birçîbûnê ya girtiyan dê di 16'ê cotmehê de li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û wiha got: "Em dê bi daxuyaniyê pêvajoya çalakiyan û gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bidin destpêkirin."

'EM BANG LI HEMÛ KESÎ DIKIN KU RABIN SER PIYAN'

Serokê TUAD-DER'a Amedê Sirri Dogan jî bang li hemû kesî ku tevlî daxuyaniya dê di 16'ê cotmehê de de li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bidin bibin kir. Dayîka Aştiyê Hewa Kiran jî bang li hemû kes kir ku, êdî rabin ser piyan û serî hilbidin.