Malbatên 3 gêrîlayên HPG'ê yên zarokên wan li Çiyayê Kato Marînosê di şer de jiyana xwe ji dest dan, ji bo cenazeyên zarokên xwe wergirin ber bi Meletiyê ve bi rêketin.
Li Çiyayê Kato Marînosê şer derketibû û di şer de 7 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Pişt re malbatan çûn cenazeyên 7 gêrîlayên HPG'ê ji Çiyayê Kato girtin û anîn Elkê. Piştî dozgeriya Elkê cenazeyên 7 gêrîlayên HPG'ê ji bo rapora otopsiyê şandin Meletiyê û nasnameyên wan diyar bû, malbatên gêrîla Necdet Dînçadam (Dîren Van) Hakan Turgut (Serhat Hakkari) û Orhan Akdogan (Rûstem Gever) yên ji Wanê ji bo cenazeyên 3 gêrîlayên HPG’ê werbigirin ber bi Meletiyê ve bi rê ketin. Malbatên ku li gel rêveberên MEYA-DER'ê çûn, piştî cenazeyan wergirin dê vegerin Wanê.
Hate zanîn ku, dê cenazeyan li Goristana Seyrantepe û Serê Solan bên definkirin.