Malbatên gerîla Faraşîn û Mehmet diçin Meletiyê

Malbatên gerîla Faraşîn û Mehmet diçin Meletiyê

Malbata gerîlaya HPG'ê Aysel Demîrkaya ya ku di 19'ê îlonê de li navçeya Elkê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da û malbat gerîla Mehmet Turken yê di 12-15'ê sibatê de li Şirnexê jiyana xwe ji dest da û piştî 7 mehan agahiyên nasnameyê zelal bûn dê di saetên êvarê de ber bi Meletiyê ve bi rê bikevin. Hate ragihandin ku dê her du cenaze li navçeyên Wanê spêrin axê.

Malbata gerîla Mehmet Turken ê ku di 12-15'ê sibatê de li herêma Besta ya Şirnexê bi 14 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dan cenaze teşhîsnekiribû û ji bo testa DNA'yê xwîn dabû. Lê ji ber test tevlî hev bûn careke din ji malbatê ji bo DNA'yê xwîn xwestin û malbatê xwîn dabû.

Piştî encama testa DNA'yê aşkera bû malbat li Amedê dê di saetên êvarê de ber bi Meletiyê ve rê bikeve. Hate hînbûn ku piştî malbatê cenaze wergirt dê li navçeya Miksê ya Wanê bispêre axê. Malbata gerîla Aysel Demîrkaya (Faraşîn Delîla) ya ku di pevçûna li navçeya Elkê ya Şirnexê ya ku di 19'ê îlonê de qewimî de jiyana xwe ji dest jî dê saetên êvarê de ber mi Meletiyê ve rê bikeve. Hate hînbûn ku cenazeyê Demîrkaya dê li navçeya Ebexê ya Wanê bispêrin axê.