Malbatên 7 gêrîlayên ku zarokên wan di şer û operasyonên cûda de jiyan xwe ji dest dabûn, ji bo cenazeyên zarokên xwe wergirin hatin Meletiyê.
Malbatên 5 gêrîlayên HPG'ê yên zarokên wan di şerê cûda de jiyana xwe ji dest dabûn û malbatên 2 gêrîlayan yên testê DNA'yê diyar bûn, ji bo cenazeyên zarokên xwe wergirtin hatin Meletiyê. Malbatên gêrîla Necman Bor, Mehmet Tekîn, Kudret Arslan, Orhan Akdogan û Osman Yılmaz ji bo cenazeyên zarokên xwe wergirin serî li dozgeriya Komarê ya Meletiyê dan. Malbat li bendê ne.
TESTA DNA YA 2 GÊRÎLAYAN DIYAR BÛ
Piştî testa DNA yên gêrîla Alî Kiliç û Rojin Yusuf diyar bû, malbat ji bo cenazeyên zarokên xwe wergirin hatin Meletiyê. Malbat piştî cenazeyên xwe wergirin dê cenazeyê gêrîla Kiliç bibin Nisêbîna Mêrdînê û gêrîla Yusuf jî bibin Bajarê Qamişlo defin bikin.