Malbatên ji bo cenazeyên gerîlayên HPG’ê yên tên îdîakirin di pevçûna Lîcê de jiyana xwe ji dest da bigirin çûn Meletiyê serî li dozgeriyê dan.
Di 31'ê kanuna 2012'an de li gundê Şenlîk ê navçeya Lîceyê ya Amedê pevçûnek qewimî û hatibû îdîakirin ku 10 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan. Malbatên bi ramana dibe ku zarokên wan bin serî li MEYDA-DER'ê dan ji bo cenazeyan werbigirin û teşhîs bikin hatin Meletiyê.
6 malbatên serê sibê bi Seroka Şaxa MEYA-DER'ê ya Amedê Leyla Ayaz re hatin Meletiyê serê sibê serî li Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê dan. Piştî teşhîsa wêneyên heke cenaze yên wan bin dê biçin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê û cenazeyan werbigirin.
Gundiyên li herêma pevçûnê dijîn îdakiribûn ku di operasyonê de çekên kîmyewî hatin bikaranîn.