Malbatên 5 gerîlayan hatin Meletiyê

Malbatên 5 gerîlayan hatin Meletiyê

Malbatên 5 gerîlayên HPG'ê yên di 31'ê Kanûna 2012'an de li navçeya Lîceya Amedê di operasyona noqteyî de jiyana xwe ji dest dan, hatin Meletiyê.

Malbatên 5 gerîlayên HPG'ê yên di operasyona 31'ê Kanûna 2012'an de li navçeya Liceyê di operasyona noqteyî de di nava 10 gerîlayan de jiyana xwe ji dest dabûn ji bo cenazeyên zarokên xwe werbigirin hatin Meletiyê. Malbata Mehmet Biçecek (Renas Amed) ê ji Amedê, malbata Mesut Yildirim (Demhat) ê ji Qoserê, malbata Mehmet Zulfîkat Kaçmaz (Xebat Xançepek) ê ji Amedê, malbata Mehmet Calp (Şervan Koçer) ê ji Mêrsînê û malbata Hakan Tezel (Masiro) ê j Êlihê ji bo cenazeyên zarokên xwe wergirin, serî li dozgeriya komarê ya Meletiyê dan. Li bendê ye ku malbat piştî serî li dozgeriyê bidin û cenazeyan teşhîs bikin cenazeyên zarokên xwe werbigirin.

Malbata gerîla Ertem Karabulut (Numan Amed) û Faruk Dolu (Egîd Amed) ji bo cenazeyên zarokên xwe teslîm bigirin roja înê hatibûn Meletiyê, ji bo testa DNA'yê mînaka xwînê dabûn.