Malbatên 2 gêrîlayan ber bi Meletiyê ve bi rê ketin

Malbatên 2 gêrîlayan ber bi Meletiyê ve bi rê ketin

Malbatên gêrîla Semîra Vahîdî (Amara Vejîn) û Azar Ensarînejat (Rozerîn Kemanger) ên ku di pevçûnên cuda yên li Colemêrg û Bedlîsê de jiyana xwe ji dest dan, werbigirin ber bi Meletiyê ve derketin rê.

Malbatên gêrîlayên HPG'ê Semîra Vahîdî (Amara Vejîn) û Azar Ensarînejat (Rozerîn Kemanger) ên di pevçûna di 19'ê cotmeha li Bedlîs û di 16-19'ê mijdarê de jî li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan ji bo cenazeyên zarokên xwe werbigirtin jî Rojhilatê Kurdistanê hatin Geverê. Malbat bi rêveberên MEYA-DER'ê yên Geverê re ji bo cenazeyan werbigirin ber bi Meletiyê derketin rê.

Hate zanîn ku, cenazeyê gêrîla Semîra Vahîdî (Amara Vejîn) ya ku di 19'ê mijdarê de li bejahiya Bedlîsê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da li goristina bêkesan ya Meletiyê hate definkirin.