Malbatanên gêrîlayan ber bi Meletiyê birê ketin

Malbatanên gêrîlayan ber bi Meletiyê birê ketin

Malbata gêrîlayê HPG'ê Ertem Karabulut (Nûman) yê ku tê îdîakirin ku di pevçûna sêgoşeya Lîce, Henê û Dara Hênê de jiyana xwe ji dest da, ji bo teşhîs bike ber bi Meletî birêketin.

Tê îdîakirin ku, di pevçûna 31'ê Kanûna 2012'an ya li navçeyên Lîce û Henê yên Amedê û navçeya Dara Hênê ya Çewlîkê de 10 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane û cenazeyên wan birine Meletiyê. Malbata Ertem Karabulut (Nûman) û 5 malbatên din din ji bo cenazeyan teşhîs bikin ber bi Meletiyê ve derketin rê.

Hêjayî gotinê ye ku heya niha HPG’ê di derbarê vê pevçûnê de agahî nedane.