Malbata Walî Mehmûd televîzyona El Erebiye derewand

Malbata Walî Mehmûd televîzyona El Erebiye derewand

Birayê Mehmud Walî Ebu Candî ku 3 roj beriya niha li Serêkaniyê di encama êrîşek çekdarî jiyana xwe ji dest dabû Cuma Walî, nuçeya televîzyona El Erebiya ku îdîa kiribû Ebu Candî ji aliyê PKK'ê ve hatiye kuştin derewand. Cuma Walî, got ku wan tu agahî nedane tu televîzyonan û niha li benda encama lêpirsînê ne.

Heyet ji Meclîsa Gel a Serêkaniyê, Meclîsa Herêmî ya girêdayî Meclîsa Kurd a Niştimanî û endamên YPG'ê pêk dihat, çû sersaxiya malbata Mehmud Walî Ebu Candî. Di dema serdanê de li ser navê heyetê Mehmet Salih axivî û got ku ew vê kuştinê şermezar dikin û xemgîniya xwe anî ziman. Salih, destnîşan kir ku Mehmud Walî şehîdên şoreşa Suriyeyê ye.

'HINEK DEWLET DIXWAZIN YEKÎTIYA KURDIN XIRAB BIKIN'

Di serdanê de endamê YPG'ê Cemşîd Osman jî axivî û ji malbatê re sersaxî xwest. Osman, anî ziman ku ew bi vê bûyerê pir êşiyan e û bal kişand ku piştî damezirandina Desteya Bilind, hinek dewletên herêmê yên ku Tirkiye serkêşiya wan dike, dixwazin yekîtiya kurdan xirab bikin. Osman ev tişt anîn ziman: "Ev rejîmên gemar ên wekî rejîma Baasî û nokerên wan, ji yekîtiya di nava kurdan de çêbûye aciz in. Lewre dest bi planên komployê kirin. Êrîşa dawî jî perçeyek ji vê yekê ye. Em nahêlin ku tu kes bi yekîtiyeta me bilîze û em ê li hemberî van hewldanan têbikoşin. Bila tu kes guh nede van propagandayan."

'BILA RÊXISTINÊN KURD Û GEL ALÎKARIYÊ BIKE'

Osman, got ku êrîşkar nikare bireve derekê, ew ê wî bigrin û teslîmî edaleta gel bikin. Osman, ji gel jî xwest ku agahiyên derbarê mijarê de bi wan re parve bikin. Osman, her wiha, ji Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Meclîsa Kurd a Niştimanî jî xwest ku bi YPG'ê re kar bikin û alîkariyê bidinê ku bikaribe parastina gel bikin."

BIRAYÊ WALÎ: ME TU AGAHÎ NEDANE TELEVÎZYONAN

Birayê Mehmud Walî Cuma Walî jî di serdanê de ji ber hatina wan spasiyên xwe pêşkêşî heyetê kirin. Cuma Walî, destnîşan kir ku ew bi kuştina birayê xwe gelekî xemgîn in, lê bi yekîtiya kurd keyfxweş in. Cuma Walî li ser nuçeyên hinek malperên înternetê û televîzyona El Erebiya jî rawestiya û ev nuçe derewandin. Walî, bal kişand ku wan tu daxuyanî nedane tu televîzyon û malperan û ev tişt anîn ziman: "Propagandayên li ser navê malbatê tên kirin derew in. Em li benda encamên lêpirsînê ne."

Piştî kuştina Mehmud Walî, televîzyona El Erebiya, di nûçeya xwe ya derbarê bûyerê de îdîa kiribû ku Walî ji aliyê PKK'ê ve hatiye kuştin. Li ser vê yekê jî di serî de PYD, gelek rêxistinên kurdan nerazîbûn nîşan dabûn.