Malbata Şik serî li ÎHD'ê da

Malbata Şik serî li ÎHD'ê da

Malbata Şik ya ku li navçeya Karazê ya Amedê ji aliyê polîsan ve hat darpkirin û rakirin nexweşxaneyê serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dan. Malbata Şik alîkariya hiqûqî ji ÎHD'ê xwest.

Malbata Şik ya ku li navçeya Karazê ya Amedê di 28'ê kanûnê de ji ber ku bertek nîşanî lêgerîna polîsan ya li ber deriyê malê dikirin, dan ji aliyê polîsan ve hat darpkirin serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dan û daxwaza alîkariya hiqûqî kir. Hakki Şik têkildarî bûyerê agahî dan rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û wiha got: "Ez pêşiya vê yekê bernadim. Heke ji niha û şûnde tiştek bi serê min û zarokên min bê berpirsyarê vê yekê Midûriyeta Polîsan ya Karazê ye. Bi awayekî zanebûn ev yek kirin. Piştî vê bûyerê hemû welatiyên navçeyê li dijî polîsan bi bertekin." Şik anî ziman ku, dê di derbarê polîsên derb pêk anîn serlêdana suc bikin.