Malbata Gerîla Şoreş sibê diçe Meletiyê

Malbata Gerîla Şoreş sibê diçe Meletiyê

Malbata gerîlayê HPG'ê Ahmet Îmîr (Şoreş Koçer) ê ku di kanuna 2011'an de di pevçûna li Çiyayê Cudiyê de jiyana xwe ji dest dan ji bo cenaze werbigire dê sibê biçe Meletiyê.

Malbata gerîla Ahmet Îmîr (Şoreş Koçer) ê ku di 12-22'yê kanuna 2011'an de di pevçûna li Çiyayê Cudi bi 13 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da ji bo cenaze werbigire dê sibê biçe Meletiyê. Malbatê piştî cenazeyê tê texmînkirin li Goristana Bêkesan a Meletiyê hatî definkirin wergirt dê li Goristana Îkîztepe ya Êlihê bê definkirin.

Hate zanîn ku ji bo Îmîr dê li taxa Hîlal a Êlihê konê sersaxiyê bê vekirin.