Malbata gerîlayê HPG’ê Aziz Şengal ji bo cenazeyê kurê xwe wergirin ber bi Meletiyê ve bi rê ketin.
Malbata gerîlayê HPG'ê Aziz Şengal ê di 23'ê Tîrmehê de li navçeya Şemzînanê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, ji bo cenazeyê kurê xwe wergirin ber bi Meletiyê ve bi rê ketin. Di şer de 12 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe je dest dabûn. Cenazeyên 7 gerîlayan şandibûn Morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê û cenazeyên 5 gerîlayan jî ji aliyê HPG’ê ve hatibûn definkirin. Malbata gerîla Aziz Şengel a ji Elbaka Wanê, li gel rêveberên MEYA-DER'a Wanê ber bi Meletiyê ve bi rê ketin. Malbat piştî ku cenazeyê kurê xwe nas bikin û wergirin dê li navçeya Elbakê ya Wanê bi girseyî defin bikin.