Malbata gêrîla Sîpan çû Meletiyê

Malbata gêrîla Sîpan çû Meletiyê

Gêrîlayê HPG’ê Ferman Şalci (Sîpan Çirav) ku di pevçûna li Bajarokê Ilicalar yê Çewlikê jiyana xwe ji dest dabû, malbata gêrîla Sîpan ji bo cenazeyê kurê xwe bigire ji Sêrtê ber bi Meletiyê ve ketin rê.

Gêrîlayê HPG’ê Ferman Şalci (Sîpan Çirav) ku di 21’ê Îlonê di pevçûnek ya li Bajarokê Ilicalar yê Çewlikê jiyana xwe ji dest dabû, malbat ji bo cenaze bigire çûne Meletiyê. Bi malbata ku di demjimêrên serê sibehê ji Sêrtê ketin rê, MEYA-DER û rêveberên BDP’ê jî pêre bûn. Piştî serlêdana li dozgeriyê, hate hînbûn ku dema cenaze hate wergirtin dê li Sêrtê bispêrin axê.