Malbata gêrîla Semar Tunç çû Meletiyê

Malbata gêrîla Semar Tunç çû Meletiyê

Malbata gêrîlaya HPG’ê Semar Tunç (Jiyan Amara) ji bo cenazeyê zarokê xwe werbigire çû Meletiyê.

Malbata gêrîlaya HPG’ê Semar Tunç (Jiyan Amara) ku di 7’ê Çileyê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê di encama pevçûnê de bi 13 hevalên xwe re jiyana xwe dest da, îro di demjimêrên serê sibê de ji bajaroka Kaniyahenê ber bi Meletiyê ve derketin rê.

Malbat li gel rêveberê MEYA-DER’ê gihişt Meletiyê û li bendê ye serî li dozgeriyê bide û cenazeyê zarokê xwe werbigire. Li ser wergirtina cenaze hat hînbûn ku, dê cenaze li bajaroka Kaniyahenê ya girêdayî navçeya Hezo ya Êlihê sibê bê definkirin.