Di demjimêrên serê sibehê xizmên gêrîlayê HPG’ê Mûsa Elî (Karwan Gabar)ji bo cenazeyê gêrîla Karwan bigirin ji navçeya Kelar ya Silêmaniyê ber bi Meletiyê ketin rê.
Di demjimêrên 09.00’an yê serê sibehê de bavê gêrîla Karwan, Elî Heme Salih, xalê gêrîla Yûsûf Reşîd û her wiha xizmê gêrîla yê binavê Îdrîs Haşîm, piştî karûbarên fermî xilas bûn û alîkariya dezgayî berpirs ya li Kelarê, ber bi bajarê Hewlêr birêketin û her wiha ji wê derê jî ber bi bajarê Meletiyê birê ketin.
Hate ragihandin ku, piştî serlêdana malbatê cenazeyê gêrîla Karwana hate wergirtin dê bînin navçeya Kelar ya Silêmaniyê û bispêrin axê.
Gêrîlayê HPG’ê Mûsa Elî (Karwan Gabar) li gel 7 hevalên xwe di 14’ê Îlonê li dijî Qereqola Harûnan ya navbera Gever-Şemzînanê de çalakiya cangorî li darxistibûn û jiyana xwe ji dest dabûn.