Malbata gêrîlayê HPG'ê Necdet Dînçadam (Dîren Wan) yê li Wanê ji dayîk bûye ji bo cenaze werbigrin serî li şaha ÎHD'ê ya wan ê dan .
Gêrîlayê HPG'ê Dîren Wan li navçeya Elkê ya Şirnexê tevî 7 hevalê xwe di şerê navbera gêrîlayên HPG'ê û leşkerên artêşa tirk de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata gêrîla Dîren serî li şaxa ÎHD'ê ya Wane dan û alîkarî xwestin. Birayên gêrîla Dîren Seyfettin û Sabahattîn Dînçadam piştî serlêdanê daxuyanîyek dan çapemenîyê. Di daxuyanîyê de Sabahattîn Dînçamad axivî û da zanîn ku, wan ji sala 2005'an heta niha birayên xwe nedîtine. Dînçadam diyarkir ku, wan ji daxuyaniya piştî pevçûnê hatiye dayîn fêrbûne ku birayên wan jiyana xwe ji dest daye.
Dînçadam anî ziman ku, ji bo cenazêyê birayên xwe bistînin wê serî li her rêyan bixin û ji rayedaran xwest ku di demek kin de cenazeyê birayên wan bidin wan. Pevçûna ku gêrîla Dîren Wan jiyana xwe ji destdabû li çiyayê Kato di navbera 5-7 ê Îlonê de pêk hatibû. HPG'ê bi daxuyanîyekê ragihandibû ku 33 leşkerên Tirk hatine kuştin.