Malbata gêrîla Abdullah Ceylan ku di pevçûna li Çiyayê Cûdî jiyana xwe ji dest dabû, ji bo cenazeyê kurê xwe werbigirin ji Pirsûsê ber bi Meletiyê ketin rê.
Hate ragihandin ku, cenazeyê gêrîlayê HPG’ê Abdullah Ceylan yê bi nasnav Firat Pirsûs ku di pevçûna 5’ê Mijdarê yê di operasyona li Girê Hirmo yê Çiyayê Cûdî de rû dabû li gel 4 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê gêrîla Firat anîne morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê. Malbata gêrîla Firat ji bo cenazeyê kurê xwe werbigirin ji navçeya Pirsûs ya Rihayê ber bi Meletiyê ve birê ketin.