Gerîla Şiyar Amed ku ji eşîreta Ensarîoglû tevlî nava refên gerîlayên Kurd bû, diyar kir ku hin endamên eşîreta Ensarîolgû, li hemberî gelê Kurd xebatên “Projeya Îslamiya Nerm” ya AKP’ê dimeşînin.
Dewleta Tirk ev demek dirêj e ku ji bo têkbirina Tevgera Azadiya Kurdistanê, hewl dide gelek eşîretên Kurd bikişîne ser xeta xwe û ji xwe re bike noker. Her çendî, ev proje li hemberî hin eşîretên Kurdan bi ser ketibe jî, lê dîsa ji van eşîretan ciwan berê xwe didin nava refên gerîlayan. Yek ji van eşîretan jî Ensarîoglû ne. Gerîlayê bi navê Şîrîn Ozbek bi nasnavê “Şiyar Amed” ku ji Ensarîoglûyan e ji ajansa me re axivî û agahiyên balkêş derbarê polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk ên li hemberî eşîretên Kurdan da. Amed diyar kir ku dewleta Tirk li Kurdisatnê dixwaze kesayetên girêdayî xwe, ji nasname ya xwe û ji çanda xwe dûr ketine biafirîne û got: “Bi vî awayî dewlet dixwaze bandora PKK’ê ya li ser gelê Kurd bişkîne û sîstema cerdevantiyê pêş bixe.”
ENSARÎOGLÛ BASKÊ PROJEYA ÎSLAMA NERM E
Şiyar Amed destnîşan kir ku hin endamên eşîreta Ensarîoglû li Kurdistanê ji bo sîstema cerdevanî û axatiyê ku ji aliyê dewletê ve tên xedîkirin, tundî pêk tînin û dixwazin vîna gel bişkînin û Ensarîoglûyan weke baskê “Projeya Îslama Nerm” a ku AKP dixwaze pêş bixe, bi nav kir. Amed got: “ Ji ber ku eşîreta Ensarîoglû di nava serhildana Şêx Seîd de cih girt û di warê olî de xwedî lîteraturek in, bandora wan li ser gel heye. Dewletê vê yekê dîtiye û dixwaze bi rê ya vê eşîretê bandora xwe li navçeya Pîrana Amedê zêde bike û gel bi xwe ve girê bide.”
‘AKP DIXWAZE KURDAN BI RÊYA XIYANETÊ TASFIYE BIKE’
Amed destnîşan kir ku bi taybet li gel ku PKK di salên 1990’an de bi hê zbû, dewletê destekê da Ensarîoglûyan û derxistin pêş û got: “Eşîreta Ensarîoglû, ji bo bidestxistina zeviyên bê tapû û porojeyên bendavan zextan li gelê Prîanê kirin. Dixwazin bandoriya PKK’ê bi tirseke wiha bişkînin. Dewletê ji ber vê yekê bi Faysal Ensarîolgû dest pê kir, piştre jî bi Galîp Ensarîoglû yê ku xwendinê berdewam kir, da domandin. Bi taybet di serdema AKP’ê dixwazin ciwan ji nasname û rastiya xwe dûr bikevin û berê wan bikeve dersxaneyên Cemeetê. Di dîroka Kurdan de serhildanên Kurdan çawa bi xiyanetê têk çûn, bi vî awayî dixwazin vê yekê bi destê eşîretên Kurdan li dijî PKK’ê bikin.”
MIN JIYANA AZAD ÇÊTIR DÎT
Amed diyar kir ku ji ber tundî, polîtîkayên înkarî û îmhayê yên li ser gelê Kurd ew tevlî nava refên gerîlayên têkoşîna azadiyê bûye û got: “Li şûna ez bi gelê Kurd ê bi nasnameya çandî maye razî bibim, min li çiyayan jiyaneke azad çêtir dît. “