Malbata Ozgur Arda yê li Amedê ji aliyê polîsan ve gilî kir. Bavê Ozgur Arda, Mehmet Arda wiha got: “ Ez li mafê xwe digerim.” Parêzer Çelîbî jî got li herêmê mafê jiyanê pir hêsane û erzan e, rojekê mirov dikarin li kolanê bên kuştin. ÎHD'ê da zanîn ku di 4 salên dawiyê de 180 sivî ji aliyê hêzên dewletê ve hatine kuştin.
ÎHD’a Amedê û bavê Ozgur Arda ku ji aliyê polîsan ve hat kuştin, Mehmet Arda li avahiya komeleyê daxuyanî dan.
Serokê ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku careke din mafê mirovan hat binpêkirin û got li seranserê Tirkiyeyê binpêkirina mafan gihiştiye asteke cidî û got: “Ger dewletê hesabê van bipirsya dê ev carek din pêk nehata.”
Bîlîcî daxuyaniyên serokwezîrtî û wezareta navxweyî ya Tirk yên der barê binpêkirina mafan de bi bîr xist û bîlançoya sala 2009-2010-2011 û 9 mehên 2012’an aşkera kir:
Kesên ji aliyê pewyirdarên dewletê ve hatin kuştin:
2009: 20 kes, 2010: 23 kes, 2011: 47 kes, 2012: 10 kes
Yên ji aliyê cerdevanan ve hatin kuştin:
2009: 67 kes, 2010: 11 kes, 2011: kesesek, 2012: kesek
Giştî: 2009: 87 kes, 2010: 34 kes, 2011: 48 kes, 2012: 39 kes hatine kuştin.
Bîlîcî da zanîn ku divê dewleta tirk demildest bi ser van bûyeran de biçe û berpirsan ceza bikin.
BAVÊ ARDA: EZ LI MAFÊ XWE DIGERIM
Bavê Ozgur Arda, Mehmet Arda jî wiha got: “Saet nêzî 19.00’a li Baglara li cihekî runiştibû. Dilê min nerehet bû. Hevsera min li min geriya. Got polîsan li Ozgur xistiye. Hişê min çû. Ez çûm nexweşxaneyê. Polîsan agahî neda min. Piştre doktorek hat got damarên wî tequyane, me nekarî rizgar bikin. Ez li mafê xwe digerim. Ez dê pêşa vê bernedim. Em dê serlêdana sûc bikin.”
JIYANA MIROVAN PIR ERZAN BÛYE
Parêzer Serdar Çelebî jî diyar kir ku li herêmê mafê jiyanê pir hêsane û erzane. Çelebî wiha got: “Hinek weşandan gotibûn di peçvûnê de jiyana xwe ji dest daye. Lê ne raste. Li şûna dozger polîsan lêpirsîn meşand. Em ê gilî bikin. Lê mixabin dê ev dosya jî bê piştperde kirin. Mirovek dimire, bihêlin ceza, lêpirsînek nayê kirin.”
Çelebî 12 daxwazên xwe yên di daxwaznameyê de bicih kiribû wiha rêz kir:
Dozgeriyê kamerayên mobeseyê çima negirtiye?
Li 122’an geriyane, mudaxale hatiye kirin an na?
Dest dane ser çekên polîsan, lêpirsîn li wan hatiye vekirin an na?
Dibêjin îxbare. Bi rastî îxbar heye n ana? Ger hebe çima asayîş neçûye?
Çelebî got gelek şahidên bûyerê hene û got ev şahid jî rastî geha ku îfadeyên cuda bidin hatine.
Piştî daxuyanyê parêzer û malbata Arda çû dozgeriyê û gilî kir.