Malbatên gêrîlayên HPG’ê yên di pevçûnên li Henê û Çiyayê Katoyê jiyana xwe ji dest dan ji bo cenazeyan bigirin hatin Meletiyê.
Malbatên 5 gêrîlayên HPG'ê yên di 10'ê îlonê de li navçeya Henê ya Amedê û di 5-7'ê îlonê de li Çiyayê Katoyê jiyana xwe ji dest dan, ji bo cenazeyan bigirin hatin Meletiyê. Cenazeyên gêrîlayên HPG'ê Hakan Turgut (Serhat Colemêrg), Orhan Akdogan (Rûstem Gever), Necdet Dînçadam (Dîren), Seîd Eroglu (Xebatkar Reber) û Turabî Gurbuz (Erdal Amed) li morgê tên girtin. Malbat ji bo cenazeyan bigirin hatin avahiya Edliyeya Meletiyê. Çav lê ye ku malbat serî li dozgeriyê bidin.
Li aliyê din malbata gêrîlayê HPG'ê Serhan Akyon (Mêrxas Dorşîn) 2 roj berê serî li dozgeriyê dabû lê hêj li benda otopsiyê ye û heta niha tu bersiv nedane malbatê.