Malbatên 5 gerîlayên HGP'ê yên zarokên wan li Çelê jiyana xwe ji dest dabûn ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin serî li dozgeriya komarê dan.
Di 7'ê Çile de li navçeya Çelê ya Colemêrgê pevçûn derket û dgi pevçûnê de 14 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên 11 gerîlayên HGP'ê biribûn saziya Tipa Edlî ya Meletiye. Malbata 5 gerîlayên HPG'ê Semar Tunç (Jiyan Amara), Mehdi Kurt (Rohat Garisa), Mehmet Zuhat Kızmaz (Mervan Amed), Fatma Aytaç û Metin Boran ji bo cenazeyên zarokên xwe wergirin serî li Dozgeriya Komarê ya Meletiyê dan. Malbata Tunç dê li Hezo, malbata Kurt dê li Wanê, malbata Aykaç dê li Sêrtê, malbata Boranê li Mêrdînê û malbata Kizmaz jî dê li Amedê bispêrin axê.