BI DÎMEN

Malazgîrt: Em ji dema nû re amade ne; artêşa Tirk wê timî derban bixwe

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG'ê Malazgîrt da xuyakirin, ku berevajî îdîayên tên kirin, ti serketineke dewleta Tirk a li Zagrosan nîne û destnîşan kir, artêşa Tirk li vê herêmê derbên giran dixwe û wê timî bixwe.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG'ê Malazgîrt da xuyakirin, ku berevajî îdîayên tên kirin, ti serketineke dewleta Tirk a li Zagrosan nîne û destnîşan kir, ku artêşa Tirk li vê herêmê derbên giran dixwe.

Fermandar Amed Malazgîrt êrîşên dewleta Tirk ên li xeta Colemêrg-Zagrosê û şerê li vê herêmê ji ANF'ê re nirxand.

ŞERÊ LI HERÊMA ZAGROSÊ

Malazgîrt diyar kir, hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk ev saleke li dijî gelê Kurd û gerîlayên Kurdistanê biryara şerekî mezin standiye û vê yekê dimeşîne.

Malazgîrt anî ziman, ev şer li hemû bajar, navçe û çiyayên Kurdistanê tê meşandin û got, "Zextên siyasî li gelê welatparêz ê Kurdistanê dikin. Mirovan digirin. Êrîşeke mezin dibin ser ciwanan. Hem ji aliyê siyasî, hem jî li hin cihan ji aliyê leşkerî ve êrîş dikin. Ciwanan qetil dikin, şehîd dixin. Û van weke gerîla nîşan didin. Li çiyayên Kurdistanê bi giranî bi teknîkê; bi balafirên keşfê, balafirên şer êrîşî gerîla dikin. Dema vê yekê dikin jî, atmosfereke welê dafirînin u mîna 'leşker li dijî gerîla şerekî mezin dike' nîşan didin. Lê rastî ev nîne. Ev saleke, ji biharê û vir ve leşker, tîmên taybet an jî ew leşkerên taybet ên pesnê wan didin, nikarin sîng bi sîng derkevin hemberî gerîla û şer bikin. Bi giranî bi balafiran, kobra û teknîkên cuda êrîş dikin. Li cihê 'bêbandor' dikin, piştre leşkeran lê bi cih dikin, vê yekê dinepixînin û mîna 'serketina leşkerî' nîşan didin. Bi giranî bi teknîka li ber destê xwe li dijî me bi kar tînin."

Amed Malazgîrt diyar kir, li dijî vê yekê li hemû bajarên Kurdistanê û navçeyan, gerîlayan çalakiyên mezin kirin û got, "Ev çalakî yên serketî bûn. Ne tenê li Colemêrg û Zagrosan, hema hema li temamiya Kurdistanê ev şer diqewime."

Malazgîrt da zanîn, ku operasyon ji Colemêrgê tê meşandin û got, "Li dijî êrîşan gerîla berxwedaneke mezin nîşand idin. Çalakiyên me -çi mezin çi jî biçûk- hemû encamgir in. Piraniya wan jî bi kamerayên gerîla tên kişandin û tên weşandin. Ji van çalakiyan jî tê fêhmkirin bê dijmin li Colemêrgê, li Zagrosê çiqasî tengav bûye. Ji ber vê rewşa xwe ya tengav, operasyonên xwe dinepixînin û mîna ku bi serketî dimeşînin, nîşan didin. Rastî ev nîne. Li Colemêrgê, li Zagrosê berxwedaneke mezin li dijî operasyonan tê nîşandan. Li cihê ew lê bi cih bûne jî, çalakiyên gerîla tên lidarxistin. Li Şemzînanê ne tenê li dijî du-sê hedefan li dijî gelek hedefan gelek caran çalakî hatin lidarxistin, rê hatin birîn. Li Gever û derdora wê jî çalakî hatin lidarxistin. Li Çelê çalakiyên bi heman rengî hatin kirin. Li ser rêya Colemêrgê derb li dijmin hat xistin.

Herî dawî li Çelê operasyoneke berfireh hat destpêkirin û 13-14 rojan şer qewimî. Windahiyên me ne li gorî îdîayên wan e. Ji xwe windahiyên xwe berê eşkere krin. Kuştiyên dijmin gelekî zêdetir e."

TAKTÎKA NÛ YA GERÎLA

Fermandar Amed Malazgîrt bal kişand ser taktîka nû ya hêzên gerîla û got, "Em ne neçar in gelek herêman biparêzin. Li cihê stratejîk ên pêwîstî bi parastina wan hene, em heta dawiyê wan deveran diparêzin. Li cihê em pêwîstiyê pê nabînin -ji xwe em tevgereke gerîla ne- em dijmin dikişînin nava eraziyê, bi taktîkên gerîla li dijmin dixin. Armaneke me jî ev e."

'EM Ê JI BERÊ BÊHTIR BI BANDOR BIN'

Malazgîrt da zanîn, ku qasî wan fêhmkirine, wê di van operasyonan de israr bikin û ev tespît kir: "Di payîzê û ber bi zivistanê de, wê li Colemêrg û derdora wê şerekî dijwar biqewime. Dema mirov li daxuyaniyên wan û amadekariyên wan dinêrin, ji niha ve şerekî dijwar tê kirin. Wê bi demê re eşkere bibe, bê kî di vî warî de wê bi ser bikeve. Bi operasyonên li Zagrosê tên meşandin re dixwazin me li qadê bêbandor bikin. Em ê hîn bi xurtî li ber vê rabin. Gerîla wê ji berê bêhtir derbên bi bandor lê bidin. Tevî vê yekê, wê bi însiyatîfa xwe li cihê lê dixwaze çalakiyan lidar bixe. Yanî îsal, heta bihar û havînê çalakiyên gerîla zêde bûn. Ji bo bêbandorkirina van çalakiyan operasyonên navendî lidar xistin, ji navenda Colemêrgê. Ev operasyon niha li Şemzînanê dest pê kirin. Bi giranî li sêgoeşya Şemzînan, Çelê û Colemêrgê tên meşandin. Herî dawî li Cîlo operasyon hat destpêkirin. Em li bendê ne li çend herêmên din jî dest pê bike. Amadekariyên me jî li gorî vê hene. Ez texmîn dikim, ku wê heta payîzê û zivistanê, li vê xetê şerekî dijwar biqewime. Li dijî van operasyona wê çalakiyên me yên cuda ji bo bersivdayînê û parastinê, hebin." 

PEYMANA TAYBET A ÇAWIŞÊN PISPOR BI DEWLETÊ RE: PÊWÎSTÎ PÊ HEBE WÊ MIRINA WAN NEYÊ EŞKEREKIRIN

Li ser veşartina encamên şer, Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG'ê Amed Malazgîrt got, "Gelek çalakiyên ku me bi xwe dîtin, hene. Hevalan êrîş kirin, dest danîn ser çekên wan. Lê ew hatin bi tenê 5-6 leşker ji nava wan neqandin, bi helîkopterê birin û bi tenê ew eşkere kirin. Yên mayî jî veşartin. Ev kî ne, zarokên kê ne, malbatên wan nîne? Ji xwe çawişên pispor jî dibêjin, ku wan bi dewletê re peyman mohr kirine. Li gorî vê peymanê, eger di operasyonan de yan jî bi rengekî cuda bên kuştin, wê neyên eşkerekirin. Peyman bi vî rengî mohr kirine."

'CERDEVANÊN TEVLÎ OPERASYONAN DIBIN, DI HEDEFA ME DE NE'

Malazgîrt da xuyakirin, ku tenê teknîk di destê dewletê de heye û ev sal û nîveke vê teknîkê bi kar tîne. Malazgîrt got, "Ji balafirên şer heta Kobrayan, teknîkê bi kar tîne. Lê dewlet nikare demeke dirêj vê bimeşîne. Ji bo derbê li me bixe, derfetên xwe yên teknîkê ji her alî ve bi kar tîne. Dewleta Tirk nikare vê teknîkê timî li dijî gerîla bi kar bîne."

Amed Malazgîrt bal kişand ser sîstema cerdevaniyê û got, "Bi pêşengiya cerdevanan derdikevin operasyonê. Ji sala 1999'an û vir ve sîstema cerdevaniyê bêkêr bûbû. Ji ber ku Kurd hinekî hişyar bûn. Ev du sal in cerdevanî careke din derxistine pêş. Propagandaya vê jî dikin, pesnê wê didin. Dibêjin, ku ew ê qanûnekê derxînin û cerdevanan bikin çawişên pispor. Em texmîn nakin vê bikin. Nikarin li gorî dilê xwe sîstema cerdevaniyê li gelemperiya Kurdistanê bidin rûniştandin. Ji ber ku Kurd êdî Kurdên berê nînin.

Çima ji bo leşkerên Tirk tu tê li Kurdistanê bi xwişk û birayên xwe dide? Sibe wê ji te bipirsin, 'tu çima li dijî hevalên xwe derdiket operasyonê?' Wê bêjin 'wan xwe ji bo me feda dikirin'. Hin cerdevan hene, em ji wan re dibêjin kontra. Çima em kontra ne? Ji ber ku di demên bihurî de destê wan di xwîna hevalan de hebû, zerar dane malên gel. Û ji bo bijî li cem dewletê dimînin. Ev kesên han ji xwe ne tenê cerdevan in, di heman demê de kontra ne. Ev ji xwe di hedefa me de ne. Li dijî yên ku wextekê bûne cerdevan, mûçeyê xwe digire û bi tenê gundê xwe diparêze, ti çalakiyeke me ya plankirî nabe. Yan jî em bêjin; tên li bajêr digere, cerdevan e; ev jî di hedefa me de nîne. Lê belê kî tevlî operasyonan bibe, dixwaze kî dibe bila bibe, ew di hedefa me de ye. Ji xwe ew kesê tevlî operasyonê bûye, rahiştiye çekê û mîna leşkeran tevdigerin. Eger em lê nedin, ew ê li me bidin."

'DIVÊ MIRIN JÎ BI ŞEREF BE'

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG'ê Amed Malazgîrt destnîşan kir, ku divê cerdevan vê rastiyê zanibin û got, "Wê ji bo leşkerên Tirk çima tevlî operasyonê bibe, çima xwişk û birayên xwe bikuje? Ji bo çi bikuje? Ji bo pere? Gelo hêja ye? Yan jî niha dibêjin, 'em xizan in, ji bo jiyanê pêwîstiya me pê heye...' Lê belê lazim e cerdevan bi vê zanibin; dema ew derket operasyonê û çend hevalên me şehîd bûn, ew ê wî pereyê li ser xwîna şehîdên me tevî malbata xwe bixwe. Her xwarina bixwe, ava vexwe, wê li ser xwîna şehîdên me be. Wê li ser xwîna xwişk û birayê xwe, malbata xwe xwedî bike. Ji xwe ji wan re dibêjin, 'eger hûn şertên me qebûl nekin, em ê çekan ji we bigirin û mûçeyan nedin we'. Divê mirov çeka wan bavêjin ser rûyê wan. Li şûna mirineke bêşeref, divê mirov mirineke bi şeref tercîh bikin. Ya li Kurdan tê jî ev e. Em vê ji cerdevanan re dibêjin; tevlî operasyonan nebin."