Mala sersaxiyê ya ji bo Serokê Giştî yê KADEP'ê û parlamenterê serbixwe yê Amedê Şerafettin Elçî ku li Amedê hate vekirin bi girseyî hate ziyaretkirin.
Li Amedê ji bo Serokê Giştî yê KADEP'ê û parlamenterê serbixwe yê Amedê Şerafettin Elçî konê sersaxiyê hate vedan. Konê sersaxiyê yê ji bo Elçî hate vedan bi girseyî hate ziyaretkirin. Parlamenterên BDP'ê yên Amedê Emine Ayna Nursel Aydogan, endam û rêveberên BDP'ê, Înîsiyatifa Daşikên Aştiyê û gelek kesên din mala sersaxiyê ziyaret kir.