Mala Perwerdeya Piştgiriyê ya Ceylan Onkol ya ku ji aliye Şaredariya Patnosê ve di sala 2010'an de hatibû vekirin û perwerde dida 700 xwendevana hate girtin.
Piştî lêpirsîna 6 meh berê Mufetîşên Miduriyeta Perwerdeya Neteweyî derheqê Mala Perwerdeya Piştgiriyê ya Ceylan Onkol ya ku ji aliye Şaredariya Patnosê ve di sala 2010'an de hatibû vekirin û perwerde dide 700 xwendevana hatibû vekirin dawî bû, biryar hate dayîn. Mala perwerdeyê di encama lêpirsînê de hate girtin.
Di nivîsa Qeymeqamtiya Patnosê ji Şaredariya Patnosê re şand û wiha hate gotin: "Mala perwerdeyê ji ber ku dijberiya qanûna Perwerdeya Neteweyî ya 1739, 56 û 57 û qanûna Şaredariya ya 5393, 14 û 15'an tev geriyaye hate girtin."
Şaredarê Patnosê Yusuf Yilmaz bertek nîşanê biryarê da û diyar kir ku, biryara hatî girtin biryarekî siyasiye. Yilmaz wiha axivî: "Mala perwerdeyê, di nav salên 2010’an de, 2011 û 2012 perwerde da 700 xwendevana. Mala Perwerdeya Ceylan Onkol ya Piştgiriyê serkeftin dest xisti bû. Xwendevanan zanîngehên baş qezenc kir. Lê hikûmeta AKP'ê û revêberiya herêmî ev serkeftin qebûl nekir û mala piştgiriyê girtin."