Makarenko: Ger Tirkiye vê pêvajoyê baş nemeşîne dê perçe bibe
Makarenko: Ger Tirkiye vê pêvajoyê baş nemeşîne dê perçe bibe
Makarenko: Ger Tirkiye vê pêvajoyê baş nemeşîne dê perçe bibe
Ji Rûsyayê pisporê Rojhilata Navîn û analîstvanê zanyarê siyasî yê Rojhilatanavîn ê Rûs Vadîm Makarenko pêşketinên li Rojavayê Kurdistan û Sûriye, li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê nirxand. Makarenko diyar kir ku divê Kurd li Sûriyeyê xwe ji desthilatiyê qut bikin û xwe û herêmên xwe biparêzin. Marakenko ji bo hevdîtinên di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de ger Tirkiye vê pêvajoyê baş nemeşîne dê parçe bibe.
Pêşketinên li Rojhilatanavîn tên diqewimin bêgûman bala hemû kesî dikşîne. Bi taybet jî bala kesên ku li ser vê heremê lêkolîn û analîzan dikin pirtir kişand ser xwe. Ji ber ku pirsa di serê her kesî de ew bû ku ji niha û şûn ve wê çibibe? ye. Ji van hereman yek jê jî Suriye ye. Ji ber ku şerê di navbera muxalefet û hêzên artêşa Sûriyeyê berdewam dike û dîsa li vê herêmê îro Kurd bûne xwedî pozîsyonekî diyarker. Listikên li ser Kurda tê maşandin zêdetir e. Her wiha mijarak din ya pêşveçûnê siyasî yê Rojhilatanavên ji nêz ve eleqedar dike hevdîtinê di navbera bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de tên meşandine. Pisporê Rojhilata Navîn û analîstvanê zanyarê siyasî yê Rojhilatanavîn ê Rûs Vadîm Makarenko nêrînên xwe bi ANF’ê re par vekir.
Makarenko li ser şerê ku ev nêzî du salane li Sûriyeyê de da diyarkirin ku, ev şer ji derveyî îradeya rejîma Sûriye hatiye destpêkirin û wan texmîn kiriye ku dê ewqas dirêj bibe û got:“Li Sûriyeyê şerekî navxweyî tê meşandin û gelek xwîn tê rijandin wendahiyên mezin hene. Kesek nizane ku dê ev şer bisekine an nesekine. Mirov dikare bêje Sûriye ket nav şerekî ji derveyî îradeya xwe û belkî rêvebiriya Sûriyeyê jî texmîn nedikir ku ev şer wê ewqas dirêj bike. Berê jî rewşa Kurdan ya li Sûrî qet ne aşitiyane bû. Kurd li vira bi zilmê re rû bi rû bûn. Tim dihatin girtin dihatin îşkencekirin. Hemû pirsgirêken ku heyî bi darê zorê hatîbûn veşartin. Bi rêbazen polîsane dihatin pelçiqandin. Lê mirovan li hemberî van êşa heya cihekî dikarîbû li berxwe bida. Her wiha piştî demekê teqîn çêbû û şerê navxweyî dest pê kir.”
Bİ DARÊ ZORÊ GEL NAYÊ RÊVEBIRIN
Di berdewama axaftina xwe de Makarenko bal kişand ser têkiliyên di navbera mezheba de û got: “Ev pirsgirêkên ku yê di nav mezhebên cûda cûda de ku hatibûn veşartin. Hûkûmkirina grûbek biçûk ya li ser mezheb û gelên din ku xwedî nirx û maf, pir li ber xwe neda temenê dê zêde dirêj nebû. Di encamê de di vê teqînê de gelek windahî giran hatin dayîn. Em gerek ji bîr nekin ku berê jî gelek wendahî hebûn. Ev wendayî yê berê bêdeng dihatin kirin qala wan nedihat kirin. Mînak bûyera li Qamişlo, di rojêkê de bi dehan kes hatin qetilkirin yan jî bi hezeran kes di zindana de ne. Ji ber vê yekê jî mirov nikare bêje ku tiştekî taze diqewime.”
SÛNIYAN HÊZA BAWERIYÊ DI XWE DE DÎT
Makarenko di nirxandina xwe de bibêje ji niha û şûnve şerê di navbera gelan de wê vegere şerê mezheba Makaranko wiha pêde çû: “Vê carê milê êrîş dike mile sûnî ye. Her wiha şerê di vê demê de milê xwe yê dînî pir li pêş e. Ev jî dide diyarkirin ku ji niha û şûn ve dê şerê mezheba zêdetir xwe bide pêş. Mesele ne ew e ku sûnî heya niha derveyî desthilatdariyê bûn. Mesele ew e ku sûniyan hêza baweriyê di xwe de dîtiye û piştgiriya hemû aliyan girtiye pişt xwe. Sûni nîqaşê radîkalîzma ol di nava xwe de pêş xistin û li Efxanîstanê, li Iraqê û gelek cihêndin tecrûbe girtin. Li vir mecalên pir berfireh û gengaz hene. Ji ber vê yekê bûyerên ku li vira çêdibin mirov ecêp namîne.”
PÊWÎSTE KURD XWE JI DESTHILATIYÊ QUT BIKIN Û XWE BIPARÊZIN
Li ser rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê û rêxistin bûyîna wan Makarenko dibêje: “Di van mercan de pêwîste ku mirov rewşa Kurda baş bihizire ku ew bi giştî li bakûrê Suriyê de dijîn û komin li ser hev in. Ne tenê li wir her wiha li bajarên mezin yê wek Şam û Helep jî gelek Kurd dijîn. Li Suriyê 2 milyon zêdetir Kurd hene. Di vê rewşê de serkeftina muxalefeta Suriyê ji bo Kurda ti feydê nade. Her wiha bi vî awayî berdewamkirina şer jî dê bi xwe re encamên neyînî derxe holê. Divê Kurd li cihê kom dijîn xwe rêxistin bikin û xwe qut bikin xwe wek wargehê leşkerî biparêzin. Divê nehêlin ti hêz nekevin nav herêma wan ne hêzê duyemîn ne hêzê sêyemîn ne jî ti hêz. Ji niha ve dikarin bêjin em nahêlin ti kes têkeve herêma me, em dikarin hemû derfetên jiyan rêxistin dikin. Zaten vî tiştî pêk tînin.
Bi taybet di vê demê de gelek hêzên derve yê wek Tirkiye dixwazin mûdaxaleyî vê herêmê bike parastina vê herêmê gelek girîng e. Jixwe zanebûna netewbûnê îdeolojîyê û partîbûnê li vir heye. Ji bilî vê tecrûbeyên wan yê demdirêj yê tekoşînê jî heye. Em dizanin ku Kurdên Sûriyeyê di azadkirina tekoşîna Kurd de cihê xwe digire û dikarin di vî perçeyî de jî bigihêjin armanca xwe. Li vir mafê Kurdan yê netewî pêwîste bê pejirandin. Pêwîste mafê wan yê herî xwezayî yê wek xweserî jî bê naskirin. Ew bi xwe bi xwe qedera xwe tayin bikin. Di milê din de jî hêzê navnetewî li vir aliyekî tenê dibînin. Kurda nabînin. Lê Kurd li vir hêza herî xurt û rêxistinkirî ye. Nunertiya Kurdan di qada navnetewî de jî heye. Berpirsyarê patiyê Kurdan yê ji hêla qada navnetewî ve tên naskirin jî hene. Her wiha hatin vir Rusyayê jî, ev kes dikarin wek muxatab bên girtin. Dikarin bi wan re nîqaş bikin ku, dê bi çi awayî pirsgirêka Sûriyeyê çareser bikin. Ev pirsgirêka ne bi rêbazen şer, pêwîste bi rêbazên aşitiyane bên çareserkirin. Lê pêwîste di van hevdîtinan de aliyê Kurd de jî amade be.”
PARTIYA OCALAN AVAKİRYE TÊK NAÇE
Makarenko di nirxandina xwe de da diyarkirin ku ev 14 sale Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di destê Tirkiyeyê de dîl hatiye girtin û ev dem ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd demekî ne kêm bû û got: “Îsal dibe 15 sal ku devlete Tirk Abdullah Ocalan dîl girtiye. Lê mixabin di nav vê dema dirêj de riyên çareseriyê di Tirkiyeyê de, bi rêbazên aşitiyane çareserkirina pirsgirêka Kurd ne hatine dîtin. Zêdetirî vê deme dewleta tirk ji bo tinekirina PKK’ê bi kar anî. Lê demê da xuyakirin ku partiya ku Ocalan avakiriye di demên bi vî awayî de jî dikare xwe li ser piya bigre û xwe rêxistin bike, pêş bixe. Rewş tê guhertin û em hêvî dikin ku ji bo civaka Tirkiyeyê çereseriyek bê dîtin û li hevkirine bê pêşxistin. Ji ber ku ev pirsgirêkî rojaneye ne tene ji bo Kurdaye ji bo Tirka ye jî. Ev çareserî tene ne ji bo berjewendiyê Kurdaye û ne tene ji bo berjewendiyê Tirkaye jî, ji bo hemû Tirkiyeyê ye. Çareserkirina vê pirsgirêke gelek girînge.”
PÊWÎSTE DERFETÊN OCALAN PÊŞ XISTINE BAŞ BÊN NIRXANDIN
Di nirxandinê xwe de Makarenko dibêje îro gelek dewletê cîhanê îqnabûne ku Kurd dikarin xwe bivxwe rê ve bibin û dibêje: “Mixabin hemû berjewendiyê Kurdan ji hêla hemû cihanê ve nehatiye dîtin. Îro kêm dewlet hene ku yekser yan jî neyekser alîkarî didin çareserkirina pirsgirêka Kurd. Niha li Başûrê Kurdistanê bi her awayî ber bi avakirina dewletekî Kurd ve diçe û hemû cîhan hêdî hêdî îqna dibe ku Kurd dikarin dewletêkê serbixwe avabikin û birêve bibin. Rewşek bivî avayî li Bakûrê Kurdistanê jî dikarîbû çêbibaya. Ev wendayiyê hem aliyê Kurd, hem jî aliyê Tirk daye ne pêwîst bû. Pêwîste ku mafê Kurdan bihatiya dayîn li ser vî bingehî di civakê de çareseriyek hatiba dîtin. Qebûlkirina otonomiyek çandî û rêvebiriya xweser dibe ku pêşiya vê xwîna hatiye rijandin bida sekinandin. Bi vî avayî dîtina çareseriyê ji zû ve pijiyaye. Di vê salvegera komployê de divê ku ew derfetên ku Ocalan pêşxistiye baş bên bi karanîn ji ber ku heya niha ew nehatine bi karanîn. Pêwîste ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê nêzîkbûn bê gûhertin û ji serokê gelê Kurdare derfet dayîn.”
DIVÊ TIRKIYE XWE ZELAL BIKE KA ÇI DIXWAZE
Makarenko li ser dîl girtina Rêberê Gelê Kurd Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya girava Îmraliyê û rola wî ya di çareserkirina pirsgirêka Kurd de nirxand û got: “Hevdîtinên li Îmralî di rewşek pir giran re derbas dibe. Ji milekî ve dewleta Tirk dixwaze pirsgirêkê re çareseriyekê bîne ji hêla din ve jî polîtikayê pir dijwar bi kar tîne. Ji bo pozisyona PKK lewaz bike li rojhilatê Tirkiyeyê, çi ji bejayî çi jî ji hewayî hemû derfet tên bikaranîn. Herwiha her alî li ser masê dixwaze yê beramberî xwe lewaz bike û ji wî tawîza bigire. Ji 1984’an ve heya niha ve tevgera rizgariya Kurd têk naçe û carek din xwe komî ser hev dike. Ji ber vê yekê jî ev xwîn rijandin vala ye. Divê ku Tirkiye baş diyar bike ku çi dixwaze. Tirk dixwazin li welat vê pirsgirêkê bi aşitî çareser bikin yan jî bi şer û şîdetê tevgera rizgarî têk bibin. Tevgera rizyariya Kurd ti cara bidawî nabe û naçe Ewropa wenda jî nabe. Ji bo wê jî pêwîste Tirk riya çareseriya bi awayekî zelal bidin nişandan. Divê dev ji van tiştê biçûk û pûç berde dixwaze bi van rêbaza tevgera Kurd hem li Tirkiyeyê hem jî li dewletê din tine bike. Dixwaze bi van rêbaza PKK li dewletê derdor lewaz bixwe û berteraf bike. Divê li ser esasê çareserkirina pirsgirêka Kurd helwestek zelal bê nişandan mercên heyî ku Tirkiye hebûna xwe bikarî be berdewam bike ev in.”
POLÎTÎKAYA TINEKIRINÊ WÊ TIRKIYE BER BIPERÇEBÛYÎNÊ VE BIBE
Di dawiya axaftina xwe de analîstvanê zanyarê siyasî yê rojhilatanavîn Vadîm Makarenko dibeje eger Tirkiye di ve siyaseta xwe ya tinekirinê de israr bike dê Tirkiyeyê ber bi perçebûyîne ve bibe. Makarenko wiha got: “Eger pirsgirêk bi vî awayî berdewam bike wê demê dê hebûn û nebûna Tirkiye jî têkeve nîqaşê. Li ser bingehê azad û serbest meşandina politîkayê partiyê Kurd û Tirk bi hêviya ku bes ne partiyê etnîkî bin partiyên giştî yê demokratik bin. Lê eger wek berê berdewam bike çareseriyek tenê dimîne ew jî perçekirina Tirkiye ye. Li Rojhihatê Tirkiye ji hêla artêşê polîsan ve Kurdistan dagir kiriye ji ber ku Kurdistanî Kurdbûna xwe diparêzin her roj hemwelatî û siyasetmedar tên girtin. Ev perçe ya Kurdistanê ye û Kurd têde dijîn û her diçe bi rengê Kurda tê dagirtin. Kurdî di wir de xurttir dibe. Ji ber ku di ji bingehî de ev axa Kurdistanê ye. Ev şer bixwaze nexwaze jî, cûdahiya di navbera Kurd û Tirkan de ya wek etnîkî û gelerî zêdetir dike. Nefamkirina vê tê wateya ku ev ne qedera Kurdan e qedera hemû Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê jî pêwîste desthilatiya Tirkiyeyê bi Kurdan bide famkirin ku ew neçarin politiyek zelal û aşitî xwaz bidin meşandin. Ji milekî ve şaxa dara zeytûnê dirêjkirin ji milê din ve jî darê zorê nişandan polîtikayek nexweşe û ne jî bi berjewendiyê Tirkiyeyê de ye.”