Mahmûd: Li Başûrê Kurdistanê divê destûra bingehîn a demokratîk bê amadekirin

Parlamenterê YNK'ê Salar Mahmûd da xuyakirin ku çêkirina destûra bingehîn di nava sê mehan de zehmet e û anî ziman ku berpirsyarê vê jî parlament e, bi taybetî jî serokê parlamentê ye.

Parlamenterê YNK'ê Salar Mahmûd da xuyakirin ku çêkirina destûra bingehîn di nava sê mehan de zehmet e û anî ziman ku berpirsyarê vê jî parlament e, bi taybetî jî serokê parlamentê ye. Mahmûd diyar kir ku hin partî naxwazin destûra bingehîn were derxistin û got, "Lê belê destûreke bingehîn a demokratîk divê were amadekirin û hemû cihêrengiyên li herêmê pêwîste xwe di nava vê destûra bingehîn de bibînin."

Parlamenterê YNK'ê Salar Mahmûd mijarên Kongreya Neteweyî ay Kurd, statuya Kerkûk û Şengalê, amadekirina Destûra Bingehîn a Başûrê Kurdistanê û hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji ajansa me re nirxand.

Komîsyon wê karibe xebata pêwîst di nava vê dema kurt de bimeşîne?

Bi dîtina min di nava demeke ewçend kurt de amadekirina pêşnûmeya destûra bingehîn û pêşkêşkirina ji dengdana li parlamentê gelekî zehmet e. Ne pêkane. Ji ber ku meşandina xebateke bingehîn a weke destûra bingehîn di nava demeke kurt de, gelekî zehmet e.

Çima amadekariyên wê beriya niha nehatin destpêkirin?

Ya rast parlamentê û serokê parlamentê di vê mijarê de hesasiyeta pêwîst nîşan nedan. Niha ji dema wezîfeyê ya serokê herêmê re sê meh mane. Di nava vê demê de girîng e destûra bingehîn were amadekirin û pêşkêşî parlamentê wre kirin. Wekî din, tevahiya partiyên siyasî ne alîgirê çêkirina destûra bingehîn in. Ji ber vê yekê di dema xwe de gavên pêwîst nehatin avêtin, amadekarî ji ber vê nehat destpêkirin. PDK ev du car in dibêje ew ê di hilbijartinên serokê herêmê de destûra bingehîn amade bike. Lê tevî vê jî nake. Ji ber ku naxwaze ev pêk were.

Çima naxwaze?

Ji bo vê jî divê mirov bi pêwîstiya destûra bingehîn bawer bin. Gelê Kurdistanê dixwaze destûreke bingehîn a demokratîk were amadekirin. Lê belê ev li djiî berjewendiyê hin kesan e. Lewma tê taloqkirin. Lê belê divê hemû partiyên siyasî di mijara destûra bingehîn de li hev bikin. Ji ber ku ev ne ji bo partî yan jî kesan e, ji bo civakê ye. Ji bo pêşeroja Kurdistanê ye. Ji bo têkiliya bi parçeyên din re bê rûniştandin e. Rêya ku pirsgirêka Kurd li herêmê bixe rojevê jî di vir de dikare diyar bibe. Wekî din, rewşa Êzidiyan, Kakaiyan, Şebekan bi destûra bingehîn re dikare diyar bibe. Ev hemû, destûreke bingehîn a demokratîk ferz dikin.

Li derveyî parlamentê partî, derdorên siyasî yên cuda, bawerî û etnîk hene. Ev komîsyon dema xebatên amadekariyê bimeşîne, dikare bi van derdoran re diyalogeke çawa deyne? Ev derdor bi çi rengî divê di destûra bingehîn de cih bigirin?

Li ser destûra bingehîn nîqaşeke xurt nehat kirin. Niha li parlamentera herêmê temsîla 14 fraksiyonên cuda heye. Ev derdor di nava komîsyonê de tên temsîlkirin. Li gorî benda 3. a xala 2 a qanûna li ser amadekirina destûra bingehîn, pêwîste li hundir û derveyî parlamentê her kes di nava vê amadekariyê de cih bigire, nêrînên wan divê were nîşandan. Mînak; pêwîste rêxistinên civakî yên sivîl, zanîngeh di vê pêvajoyê de cih bigirin.

Ji niha ve em ê karibin bêjin ku civak hemû wê xwe di destûra bingehîn de bibîne?

Bi dîtina min divê xebateke bi vî rengî bersivê bide ji sedî sed ê civakê. Lê divê ji sedî 85 ê civakê ji encama derkeve holê qayîl be. Di destûra bingehîn de ku mijarên perwerde, tenduristî, siyasî hwd. ên pêşeroja Kurdistanê eleqedar dike de, divê herî kêm ji sedî 85 ê civakê hemfikir be. Pêwîste bi vî rengî be ku piştî 10 salên din neyê gotin ku pêwîstî bi destûreke bingehîn a nû heye. Lewma çi li hundir çi li derveyî parlamentê divê hemû derdor li ser destûreke bingehîn a demokratîk bixebitn. Nêzîkatiyeke partîzanî divê nebe. Bi fikirîna li ser pêşeroja Kurdistanê de divê destûra bingehîn were amadekirin.

Li gel nîqaşên li ser destûra bingehîn li herêmê nîqaşên li ser sîstema serokatiyê jî zêde bû. Hin dibêjin sîstema parlamenter, hin jî sîstema serokatiyê. Di vê mijarê de nêrîna we çi ye?

Li gorî me divê li Kurdistanê sîstema parlamenteriyê hebe. Ji ber ku divê hêzek bi tenê hukmê xwe li Kurdistanê neke. Hêz û aliyên cuda yên siyasî hene. Parlament cihê ku ev hemû hêz lê dicivin e, lewma di vir de dikare roleke mezin bilîze. Ev mijar di heman demê de nîqaşa nêrîn û felsefîk e. Tecrûbeyeke me ya xwedî bingeheke kûr a dewletê nîne. Li nava civaka me hînê feraseta desthilatdariyê serdest e. Di rêveberiyê de jî rewş bi vî rengî ye. Lewma divê serweriya kesan nebe. Ne partiyek ne jî şexsek divê ne desthilatdar be.

Serxwebûn an jî bi sîstemeke cuda re jiyana bi Iraqê re her tim di rojevê de ye. Bi dîtina we divê çi be, hûn çi dixwazin?

Iraq dixwaze Bexda organa rêveberiya navendî be. Qelsiyê li ser rêveberiya herêmî ferz dike. Ev yek li sîstema federal nayê. Divê neyê ji bîr kirin ku bi dehan salan a ku rêveberiya navendî ya Bexdayê ji cihêrengiyan re anî, karesat bû. Îro sîstemên navendî ji hev belav dibin. Li bajarekî bi xwe jî rêveberî xwe dispêre piralîtiyê. Ji xwe em ji aliyê çandî, erdnîgarî û gelek aliyan ve ji hev cuda ne. 

Rewşa Mûsil û Kerkûkê heye ku hikûmetên Iraqê û Herêmê biryar li ser nedane û statuya wan ji xala 140. a destûra bingehîn re hatiye hiştin. Piştî ku DAIŞ'ê Mûsil dagir kir, ev nîqaş bi giranî li ser Kerkûk û Şengalê tê kirin. Bi dîtina we divê statuya van cihan bi çi rengî bê diyarkirin?

Em alîgir in ku Başûrê Kurdistanê ji navendekê ve were birêvebirin. Ji ber ku pirsgirêka me ya neteweyî heye. Dijminên gelê Kurd, ji bo yekîtiya me çênebe welatê me parçe kirine. Parçekirina Başûrê Kurdistanê jî li gorî min li berjewendiyên gelê Kurd nayê. Kurd ji bo yekîtiyê divê têbikoş in. Li Silêmaniye, Kerkûk, Şengal û cihên weke wan Kurd Ereb, Tirkmen, Êzidî, Şebek û derdorên cuda yên dijîn, divê di rêveberiyê de xwedî rolên cuda bin. Lê belê hemû jî di encamê de divê bi rêveberiya Başûrê Kurdistanê ve girêdayî be. Ev yek divê nebe asteng ku parlamenta Başûrê Kurdistanê der heqê pêşeroja wan de biryarê bigire. Ji ber kug elê Qamişlo, Dêrsim, Amed û Kobanê bajarê Kerkûkê ji bo Kurdan weke cihekî pîroz dibîne. Ji van hemû deveran hatin û ji bo Kerkûkê şehîd ketin. Mebesta min, divê başûrê Kurdistanê yek parçe bimîne. Li gorî min divê hêzên siyasî yên Kurd ji bo Başûrê Kurdistanê yek parçe bimîne tifaqê bikin. Dibe ku YNK û PDK, PDK û PKK ji aliyê modela rêveberiyê ve xwedî nêrînên cuda bin. Lê belê ji bo parastina herêmê, divê em hemû yek bin. Ji bo Şengalê jî divê biryar ji aliyê Şengaliyan û gelê Kurd ve were dayîn. 

Ji bo Şengalê hûn dikarin çi bêjin, ya ku ji bo vê derê divê were kirin, bi têrkerî tê kirin?

Bi fermana serokê herêmê re komîsyonek hatiye avakirin, ku ji bo Şengalê bixebite. Divê ev komîsyon lêkolîna pêwîst bike. Divê parlament biryara parastina Şengalê werbigire. Gelê me yê li wir hat qetilkirin divê şehîd bê îlankirin. Di çarçoveya qanûna li ser malbatên şehîdan, divê ji wan re alîkarî bê dayîn. Pêwîste parlament 3'ê Tebaxê weke Jenosîda Şengalê qebûl bike. Li çiyayê Şengalê divê bîrdariya şehîdan bê çêkirin. Ji bo em li Şengalê lêkolînên pêwîst bikin, me projeyek pêşkêşî serokê parlamentê kirin. Ya rast, heta niha hînê girîngiya pêwîst jê re nehatiey dayîn. 

Ji bo Şengalê divê kongreyeke mezin were amadekirin. Mîna konferansa ji bo ji nû ve avakirina Kobanê, divê hikûmeta herêmî ji kongreyeke ji bo Şengalê re pêşengiyê bike. Ji bo vê jî me projeyek pêşkêşî parlamentê kirin.

Li ser pêşniyara we, ti biryar hat stendin? Bi dîtina we çima kongreyeke bi vî rengî nayê kirin?

Heta niha li parlamentê li ser pêşniyara me ti nîqaş nehat kirin, lewma biryar nehat girtin. Ji bo Kobanê jî me pêşniyarname pêşkêşî parlamentê kir. Me biryar da ku pêşmerge biçe wir. Ji bo naskirina kantonan li parlamentê biryar hat stendin.

Ji bo rizgarkirina Şengalê divê çi were kirin?

Bi dîtina min ev gelekî girîng e û pirseke divê em hemû li we bikin e. Ji bo azadiya Şengalê divê amadekariyeke gelekî baş were kirin. Hemû hêzên Kurd divê tevlî vê bibin. Di parastina gel û pêşîgirtina li komkujiyên mezin ên li Şengalê de, gerîla û hêzên Rojava roleke mezin lîstin. Di serdana li Şengalê de me Zekî Şengalî û gerîla ziyaret kirin. Em gelekî pê kêfxweş in ku ew li wir in. Spekulasyonên ku dibêjin gelê Başûrê Kurdistanê ji hebûna gerîla aciz e, ne rast in. Gelê Başûrê Kurdistanê bi hebûna gerîla re kêfxweş e. Lê belê divê xweseriya Başûrê Kurdistanê jî esas bê girtin.

Çawa yanî, hûn dikarin vê hinekî vekin?

Niha li Başûrê Kurdistanê parlamentek heye, hikûmetek heye. Lewma hêza biryardayînê ne. Em rast nabînin ku ti parçe xweseriya parçeyê din tine bihesibîne. Em rast nabîne ku Başûr xweseriya Rojava, Bakur a Başûr, Başûr a Bakur tine bihesibîne û dest werde. Em rast nabînin ku ti ji hêzên li Başûrê Kurdistanê tevlî rêxistinbûyîn û karên Rojava bibe. Pêwîste têkilî li ser bingeha dostaniyê be. Mînak çûyîna pêşmergeyan ji bo Rojava, naskirina kantonan ji aliyê parlamentê ve.

Ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan kongreya neteweyî bi dîtina we nê rêya herî rast a çareseriyê ye?

Eger rewşa li Rojva îro bandorê li Bakurê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê dike, mînak eger pêşketinên li Kerkûkê û Şengalê bandorê li Rojava û Bakurê Kurdistanê dike, wê demê divê mekanîzmayeke biryardayînê ya neteweyî hebe. Vê yekê dikarim bi zelalî bêjim. Ji bo Kongreya Neteweyî em gelekî dereng jî man. Diviyabû berî çend salan bihata kirin. Kongreya Neteweyî dikare cudahiya nêrînên partî û rêxistinan çareser bike û li ser bingeha stratejiyekê li Rojhilata Navîn biryara siyasetê bigire. Lewma her çend dereng mabe jî girîng e Kongreya Neteweyî were kirin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di meha Hezîranê de hilbijartin tê kirin û Kurd weke partî tevlî hilbijartinan dibin. Hûnê di vê der barê de çi bêjin? Hûn li benda encameke çawa ne?

Ez bawerim ku Kurdên li Bakurê Kurdistanê wê bi encameke xurt ji hilbijartinan derkevin. Hêvîdarim ku wê encameke bi vî rengî bi dest bixin. Eger ji aliyê siyasî ve bi xurtî biçe parlamentê wê karibe pirsgirêka Kurd bike rojeva sereke ya siyaseta li Enqereyê.

Çareseriya pirsgirêkan bi rêya siyasetê bi dîtina min rêbaza herî rast e. Mînak; eger em ji Iraqê veqetin an jî derbasî sîstemek konfederal bibin jî, divê em vê yekê bi hikûmeta navendî ya Iraqê re bikin.

Çareseriya pirsgirêka li Bakurê Kurdistanê jî bi rêbazên siyasî, bi diyalogê, rêya herî rast e. Li şûna çekan divê siyaset biaxive. Lewma serketina Kurdan di hilbijartinên li wir de gelekî girîng e. Eger rêyên siyasetê werin vekirin, bi rêyê siyasî derfetên têkoşîneke demokratîk werin afirandin, hingî pêwîstî bi têkoşîna çekdarî jî namîne.

Di hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê de divê hemû Kurd nêrîn û îdeolojiyên xwe yên cuda deynin aliyekî û denê xwe, vîna xwe bikin yek. Ji ber ku pirsgirêka sereke ya Kurdan pirgirêka neteweyî ye. Ji ber vê jî divê bibin yek, dengê xwe di nava HDP'ê de bikin yek.