Ma ev çek tenê yên 5 leşkeran in?

Ma ev çek tenê yên 5 leşkeran in?

Hukûmeta Tirk hewl dide ku şerê mezin ê li Kurdistanê veşêre. Lê HPG’ê dîmenên çek, kelûpelên leşkerî û belgeyên leşkeran ên di mehên Tîrmeh û Tebaxê de ketine destê gerîlayan aşkere kir. Li gorî rayedarên dewleta Tirk di çalakiya gerîlayan a di 22’yê Tebaxê de tenê 5 leşker hatin kuştin, nasnameyên van leşkerên endamên artêşa taybet di destê gerîlayan de ne.

Li gorî HPG’ê di 22’yê Tebaxê de herî kêm 18 endamên artêşa taybet hatin kuştin, 12 jî birîndar bûn. Gerîlayan di vê çalakiyê de dest danîn ser gelek çek, lekûpelên leşkerî û nasnameyên leşkeran, sîgorta û belgeyên hesabê bankayên jî. Her wiha, nexşe û krokiyên leşkeran jî ketin destê gerîlayan.

Ev bîlanço, encama çalakiya gerîlayên HPG’ê di 22’yê tebaxê de li dijî yekîneya bi tevber a ji 120 endamên artêşa taybet û 30 cerdevanan pêk tê, pêk anîn e. Piştî ku gerîla çalakiya xwe li dar xistin û ji herêmê vekişiyan, artêşa Tirk bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin. Gerîla bê ku tu wendahî bidin ji herêmê vekişiyan.

Lê rayedarên artêşa Tirk îdîa kiribûn ku di vê pevçûnê de tenê 5 leşker hatine kuştin û 7 birîndar bûne. Lê dema mirov li çekên ketine destê gerîlayan dinêre, mirov dibîne ku artêşa Tirk wendahiyên pir mezin dane.

TENÊ LEŞKERÊN KU NASNAMEYA WAN KETINE DESTÊ GERÎLAYAN WEKE MIRÎ TÊN NÎŞANDAN

Fermandarê yekîneya gerîlayan a ku çalakî pêk anî Çekdar Cizîr diyar kir ku dewleta Tirk tenê qebûl kiriye ku leşkrên nasnameyên wan ketine destê gerîlayan û got; “Tenê divê pevçûnê de em bi xwe çûn ser 18 cenazeyên leşkeran. Gelek birîndar hebûn. Gelek leşkeran çek û çanteyên xwe hiştin û reviyan. Ger em ji wir venekişiyaban, nedikarîn cenazeyên xwe jî bibin” Fermandarê gerîlayan agahî da ku gerîlayan li cihê pevçûnê gelek çek tune kirine û got; “Tenê çekên ketine destê me nîşan didin ku artêşa wendahiyek gelek mezin daye. Gelo ev qas çek tenê yên 5 leşkaran in?”

ÇEKÊN DI 22’YÊ TEBAXÊ DE HATINE HATINE BIDESTXISTIN

Di encama pevçûnên di 22’yê tebaxê de qewimîn ev çek û kelûpelên leşkerî ketin destê gerîlayan:

3 heb AK-33 Melez ên ferdî, bi sedan guleyên wan û bi dehan şarjorên wan. 1 bombeavêj, 1 BKC ya xwedî lûleya yêdek û gelek guleyên wê. 21 heb şarjorên hesin û mîka, 1 demance. Pusule, 9 bombeyên parastinê, bêtêl û 3 batariyên yêdek ên bêtêlan, 4 heb bêtêlên biçûk, 15 bêtêlên Aselsan, 4 termal, 3 dûrbînên çekên ferdî, 4 dûrbînên rojê, 1 cîhazê jeymir (sînyalan tevlîhev dike), 1 bombeavêj û 18 bombeyên wê, 4 bombeyên bombeavja AK-33, 5 heb bobmeyên nîşandanê (bombeyên mijê û çekên nîşandanê) 4 ronahiyên agahîdanê, 7 ronîdanên biçûk, 6 heb çante, 4 heb dûrbînên şevê. 2 yêlegên êrîşê. Nexşe û krokiyên leşkerî û nexşeyên bi dest hatine çêkirin. Nasnameya hin leşkerên di şer de hatine kuştin, nasnameyên leşkeriyê, belgeyên sîgorta û hesabên bankayê û telefona fermandarê yekîneyê Necîm Ay Işik.

BÎLANÇOYA ŞEMIZÎNAN A 23’YÊ TÎRMEH-1’Ê ÎLONÊ

Tevgera Şoreşgerî ya gerîlayan ku bi navê “Şehîd Rûbar Pîran-Şehîd Arjîn Garzan” ku di 23’yê tîrmehê de destpê kir, di roja xwe ya 45’emîn de ye. Di vê demê de gerîlayan navçeya Şemizînanê dorpêç kir û kontrolê xistin destê xwe. Li herêmî her roj çalakiyên gerîlayan hene. Li gorî daneyên ji aliyê Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê ve hatine aşkerekirin bîlançoya 23’yê tîrmeh-1’ê îlonê wiha ye:

Çalakiyên di vê demê de ji aliyê gerîlayan ve hatine lidarxistin: 67

Hejmara Çalakiyên sûîqestê: 23

Çalakiyên bi çekên giran pêk hatin: 26

Çalakiyên sabotajê: 7

Di encama van çalakiyan de 213 endamên artêşa taybet hatin kuştin, herî kêm 21 leşker birîndar bûn. Di van pevçûnan de 14 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Di encama çalakiya gerîlayan de helîkopterek Skorsky û yeke kobra hatin xistin. Helîkopterek skorsky derbe xwar. 3 wesayîtên leşkerî, 1 konteyner û gelek çekên giran hatin rûxandin. 8 wesayît di encama çalakiyên sabotajê yên gerîlayan de hatin rûxandin.

Di vê demê de ji aliyê artêşa Tirk ve herêmên pevçûnê 25 caran li rastî êrîşên hewayî hat. Herêma pevçûnê 39 caran li rastî êrîşên bi top, obîs, hewan û katûşên artêşa Tirk hat.

Li gorî daneyên fermî yên ji aliyê Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ve hatine aşkerekirin, çekên ji aliyê gerîlayan ve hatine desteserkirin, wiha ne:

1 bombeavêj û 20 roketên vê çekê.

Dûrbînên rojê: 8

Dûrbînên şevê: 7

Dedektor: 1

Gulleyên BKC: 1700

AK-33 MELEZ: 3

2 dûrbîninên AK-33 yên ku bi bombeavêjan hatine montekirin

Şarjorên çekên ferdî: 21

Çanteyên leşkeran: 13

Telefon:7

Demance: 1

Jeymirên mezin (ên sînyalan tevlîhev dikin): 1

Bombe: 15

Bêtêlên biçûk: 2

BKC: 1

Termal: 4

Pusuleyên hewanan:2

Ligel vana, gelek nivîsên leşkeran, cuzdanên hesabên bankayan, belgeyên sîgortayan, krokî û nexşe jî ketine destê gerîlayan.