Endamê Meclîsa Lordan a Brîtanya Lord Reymont Hilton ê hatiye serdana Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sîstema herî serketî ya çareserkirina pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn e.
Endamê Meclîsa Lordan a Brîtanyayê Lord Reymont Hilton ê serdana Kantona Cizîrê kiriye. Hilton serdana navenda Hevserokatiyê ya li bajaroka Rimêlan kir. Li vir Hevserokên Kantona Cizîrê Himêdî Deham El-Hadî û Hediya Yûsif, Serokê Karên Derve yê Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Umer û Alîkara wî Emîne Osê û Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Hekem Xelo, her wiha endamên Hevserokatiyê û Endamên Dîwana Meclîsa Zonz pêşwaziya Hilton kirin.
Hilton, bi Hevserokên Kantona Cizîrê re hevdîtin kir û rewşa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan hate gotûbêjikirin. Di civînê de aliyan bal kişand ser êrîşên komên çete yên DAIŞ’ê ku li dijî Kantonê pêk tê.
Piştî hevdîtin bi dawî bû Endamê Lordan a Brîtanyayê Lord Reymont Hilton civîna çapemeniyê li dar xist û ji rojnamavan re axivî. Hilton got ku di nava Rojava de tenê karîbû serdana Kantona Cizîrê bike û da zanîn ku ew dixwaze di demeke nêzî de her sê kantonên Rojava bibin yek. Hilton, destnîşan kir ku di wê baweriyê de de ye ku sîstema Xweseriya Demokratîk sîstemeke baş ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û nimûneye ji bo çareserkirina pirsgirêkên hemû gelê Rojhilata Navîn e.
Lord Reymont Hilton, destnîşan kir ku wî jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan de ecibandiye û wiha dom kir: ˮTişta herî baş di sîstema kantonê de zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî zimanên fermî yên kantonê ne.ˮ
Der barê pirsa peyama ku ji Brîtanya aniye Rojava çi ye, Lord Reymont Hilton, got: “Nameya min ew e ku herêmek hebe hebû pêkhate bi aramî li ser bijîn bikin hebe, pêwîste hemû kes piştgiriya wê herêmê bike.ˮ
Der barê nerîna welatê wî li ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê Lord Reymont Hilton destnîşan kir ku metirsiyên welatê wî der barê êrîşên çeteyan li ser herêmê heye û wiha dom kir: “Di nerîna min de tişta ku welatên Ewropa li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk tînin têrê nake. Ew dikarin bêtir zextê bikin da ku dawî li çeteyan were.ˮ
Li ser pirsa rojnamvanekî ya çima welatên Ewropa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk fermî nas nakin Lord Reymont Hilton got ku ew jî tevlî vê nerînê dibe û bi gotina: “Heman pirsê dikim çima Rêveberiyê Fermî nas nakin”, pirs bersivand.
Lord Reymont Hilton, di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: ˮEz ê dengê Rojava bigihînim hemû Ewropa, ez ê di rêya Wezareta Karên Derve ya Brîtanya û di rêya têkiliya min bi wan re, her wiha di rêya Parlamentoya Ewropa û Meclîsa Lordan a Brîtanyayê dengê Rojava bigihînim. Ez ê di rojnameyan de jî li ser serdana xwe ya Rojava binivîsim, her wiha ez ê di ser malpera xwe ya Internêtê jî belav bikim.ˮ
Di dawiya axaftina xwe de Lord Reymont Hilton da xuyakirin ku armanca wî ya sereke ji serdanê mirovî ye û wiha dom kir: “Min xwest rewşa gel û jiyana wan a 5 salan bişopînim. Ez hîn bûm ku rewşa Rojava baş e Ez ê ji bo tiştên ez hîn bûm bigihînim raya giştî ya derve.ˮ
Piştî civîna çapemeniyê bi dawî bû Lord Reymont Hilton vegeriya welatê xwe.