Li Xan Mamedê çeteyên DAIŞ'ê hatin têkbirin

Çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşî gundê Xan Mamed kirin, ji hêzên YPG/YPJ'ê derbên giran xwarin.

Çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşî gundê Xan Mamed kirin, ji hêzên YPG/YPJ'ê derbên giran xwarin. Çeteyan 16 termên xwe li dû xwe hiştin û reviyan. Yek ji çeteyan bi saxî hat zevtkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê îro danê sibehê çeteyên DAIŞ’ê li nêzî gundê Xan Mamed ê 45 kîlometre li başûrrojhilatê Kobanê ye, êrîşek pêk anîn. Li ser bersiva hêzên YPG/YPJê pevçûn derket.

Di encama pevçûnên li vir de gelek çete hatin kuştin û tevî 16 cenazeyên çeteyan, çeteyek bi saxî ket destê hêzên YPG/YPJ'ê. 

Êrîşa li vê derê bi temamî hat şikandin.