Balafirên şer ên tirk herêma Xakurkê bombebaran kir. Li gorî agahiyan artêşa Tirk di bombebaranê de bombeyên Napalm bi kar anî û bombebaran berdewam dike.
Hate zanîn ku balafirên şer ên tirk ku ji Amede rabûn, di ser Colemêrgê re sînorê Herêma Federal a Kurdistanê derbas kir û çûn li Çiyayê Reş, Arê Xakurke, Çiyayê Abdul Kofi, Berê Keşke bombe barandin. Bombebarana balafirên şer li Rûbarokê pir aşkere hatin ditin.
Li gorî çavkaniyên herêmî hate diyarkirin ku bi bombeyên Napalmê herêm bombebaran kirin. Di bombebarana ku saet di 20.00’an de dest pê kir, bû sedema valakirina gundan. Hate zanîn ku welatiyên gundên Bermize û Bizanrok yên Diyana ya Hewlerê ji ber barandina bombeyan gundê xwe bi cih hiştin. Welatiyên herêmê diyar kirin ku bombebaran didome. Der barê windahiyan de agahî nehat bidestxistin.