Dadgeha Tirk li navçeya Wêranşarê ya Rirhayê bi hinceta “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” 3 sal û 11 meh cezayê girtîgehê li her yek ji 10 kesên ku piraniya wan endamên BDP’ê ne birî. Ji heman dozê 9 sal û 6 meh cezayê girtîgehê bi hinceta “bi navê rêxistinê suc kiriye û madeyên teqemenî pêre hatine dîtin” li Mehmet Alî Denîz hate birîn.
Rûniştina doza 9 rêveberên berê yên BDP’ya Wêranşarê bi hinceta “di avahiya partiyê de perwerdeya molotofkokteylan dane” û kesek din , ku di encama operasyonên di bin navê KCK’ê de hatibûn girtin li amide pêk hat. Rûniştina dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat û Dadgehê bi hincetên “alîkarî dane rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê kirine” 3 sal û 11 meh cezayê girtîgehê li her yek ji 9 rêveberên BDP’ya berê ya Wêranşarê û Serokê berê yê BDP’ya Wêranşarê Ferzende Ata birî.
Ji heman dozê 9 sal û 6 meh cezayê girtîgehê bi hinceta “bi navê rêxistinê suc kiriye û madeyên teqemenî pêre hatine dîtin” li Mehmet Alî Denîz hate birîn.
Navê rêveberên berê yên BDP’ê ku ceza girtine wiha ne: Ferzende Ata, Prz. Serdar Ekinci, Mustafa Aslan, Seydo Dogan, Hamra Yapan, Medine Çiftçi, Ahmet Akın, Albulkadir Kaya, Mehmet Kurdaş.