Komkujiya Roboskî li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem bi daxuyaniyeke girseyî hat şermezarkirin. Reşîd Encu ku biraziyên wî jî di Komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn û li wargehê dijî axivî û wiha got: "Komkujita Roboskiyê rûyê hovîtiya dewleta Tirk ya li hemberî gelê Kurd bi awayekî zelal nîşanî me dide. Li gundê Roboskiyê 34 ciwan ku gelek ji wan hîn di temenê xwe yên zarokatiyê de bûn, ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Hukûmeta AKP'ê kesên fermana Komkujiyê dan, xelat kir.
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Komkujiya Roboskiyê ku di wê Komkujiyê de 19 jê zarok 34 Kurd di encama balefirên şer ên artêşa Tirk sala borî hatin qetilkirin, li Navenda TEV-ÇAND’a Wargehê bi daxuyaniyeke girseyî hat şermezarkirin. Gelê wargehê bi wêneyên kesên ku di Komkujiyê de jiyana ji dest dabûn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi alên PKK'ê beşdarî daxuyaniyê bûn.
Reşîd Encu ku biraziyên wî jî di Komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn û li wargehê dijî axivî û wiha got: "Komkujita Roboskiyê rûyê hovîtiya dewleta Tirk ya li hemberî gelê Kurd bi awayekî zelal nîşanî me dide. Li gundê Roboskiyê 34 ciwan ku gelek ji wan hîn di temenê xwe yên zarokatiyê de bûn, ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Hukûmeta AKP'ê kesên fermana Komkujiyê dan, xelat kir. Ev pêkanîn zîhniyeta dewlet û hukûmeta AKP'ê nîşan dide. Banga min ji bo kesên ku zarokên wan di wê Komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan û di heman demê de ez bang li tevayî kesên ku çeka dewletê rakirine dikim, bila dest ji hevkariya dijmin berdin. Bila çekên dijmin danin. Em wek gelê Kurd, ji bo careke din bi Komkujiyên bi vî rengî re rû bi rû neyên divê em yekîtiya xwe xurt bikin."
Piştî axaftina Reşîd Encu, Alîkarê Hevserokê Meclîsa Gel ya Demokratîk a Wargehê Hecî Kaçan daxuyanî xwend. Kaçan dest nîşan kir ku, di 28'ê kanûna 2011'an de bi fermana Serokwezîr Tayyîp Erdogan û Serfermandarê Artêşa Tirk ji hêla Hêzên Leşkerî yên Hewayî bi balefirên şer 34 Kurd hatin qetilkirin. Kaçan axaftina xwe wiha berdewam kir: "Weke tevayî raya giştî û gelê me dizane Komkujiya Roboskî yek ji Komkujiyên dewleta Tirke ku bi awayekî bi zanebûn li hemberî gelê Kurd pêk aniye. Dijminên me li her cihî binçavkirin, girtin, kuştin û Komkujîan ji bo gelê Kurd rewa dîtine."
Hecî Kaçan têkildarî neronîkirina Komkujiya Roboskî jî got, "Her çi qas ev Komkujî vekirî, berçav û kiryarê wê diyare jî dewleta Tirk heta niha tu nêzîkatiyên mirovî nîşan nedaye û ji bo zelalkirina bûyerê tiştek nekiriye. Bi her awayî êrîşî meş û çalakiyên ji bo ronîkirina Komkujiya Roboskiyê kir. Hewil da mirovan bêdeng bike û Komkujiyê ji rojevê derxe. "
Dîsa Hecî Kaçan bang li gundiyên Roboskiy kir ku, çekên dewletê yên girtine danin û axaftina xwe wiha bi dawî kir, "Gelê Kurd bi îrade û baweriyeke xurt ji bo hesab ji Komkujan û xwînmijan bipirse li her cihî li ser piyane û têkoşînê bilind dike. Bila ji aliyê her kesî ve û bi taybet ji aliyê dewleta faşîst a Tirk û Serokwezîrê wê qatîl Erdogan ve baş were zanîn ku, gelê Kurd dest ji doza xwe bernade. Wê hesabê pêwîst ji wan bixwaze."
Piştî daxuyaniyê ji aliyê Meclîsa Gel ya Demokratîk ve hat destnîşankirin ku, wek Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem ji bo gelê Rojavayê Kurdistan çi ji destê wan bê wê bikin. Û dîsa ji bo siyasetmedarê Kurd Şerafettîn Elçî ji bo gelê Kurd û malbata Elçî sersaxî hat xwestin.