Li navçeya Elbak a Wanê dema wesayita leşkerî derbas dibû teqînek pêk hat û di encamê de 2 leşker birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li navçeya Elbak a Wanê gava wesayita leşkeîr diçû Qereqola Yeşîlbûlakê, teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê di teqînê de 2 leşker birîndar bûn. 2 leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Wanê.