Li Wanê li dijî noqteya polîsan êrîşa bombeyî

Li Wanê li dijî noqteya polîsan êrîşa bombeyî

Li Wanê bombeya deng avêtin noqteya polîsan ya li bajarê konteyniran. Hate ragihandin ku, di bûyerê de mirî û birîndar çênebûne.

Li gorî agahiyên hatine girtin, duh di demjimêrên şevê de bombeya deng avêtin noqteya polîsan taxa Şabaniye. Teqîna ku bi dengek mezin teqiya li derdor bû sedema panîkê. Hate ragihandin ku, di dema teqînê de ti kes li noqteya polîsan tunebû.

Piştî teqînê yekîneyên polîsan hatin cihê bûyerê û hûrkolîn pêkanîn, di derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpê kirin.

Li heman herêma noqteya polîsan, 3 êrîşên cûda çêbibûn û 2 polîs miribûn, 1 jî birîndar bibû.