Li Wanê Ji bo meşa 'Ji Ocalan re Azadî' bang

Li Wanê Ji bo meşa 'Ji Ocalan re Azadî' bang

Rêxistina BDP'ê ya Wanê bi armanca şermezarkirina tecrîda giran ya zêdehî salekê ye li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike dê meşekê li dar bixe. Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçar ji bo tevlîbûna meşê bang kir û xwest her kes sibê tevlî meşê bibin û ji bo Azadiya Ocalan biqîrin.

Rêxistina BDP'ê ya Wanê dê sibê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê şermezar bike. Meşa bi navê "Ji Ocalan re azadî" dê li ber Rêxistina BDP'ê ya Wanê dest pê bike û li Kolana Hunerê bi dawî bibe. Ji bo meş bi girseyî derbaz bide li 32 taxên Wanê civînên gel hatin lidarxistin û têkildarî meşê de welatî hatin agahdarkirin. Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer têkildarî meşê de daxuyanî da û diyar kir ku, ligel hemû zext û zordariyan gelê Kurd dest ji azadiya xwe berneda.

Uçar anî ziman ku, gelê Kurd li her derê ji bo mafên xwe yên demokratîk û azadiyê bîne ziman di nav tevgerekê de ye û wiha got: "Em dê bertekên xwe nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan tê meşandin bidin. Em bang li hemû gelê Wanê dikin ji bo azadiya girtiyên siyasî, xwîn bê rawestandin dikin ku tevlî meşê bibin."