Li Wanê girtin hatin protestokirin: Em serî natewînin!
Li Wanê di oparasyonên ku hatin li darxistin de girtina 6 siyasetmedarên Kurd bi daxuyaniyekî ya çapemeniyê hate protestokirin. Di çalakiyê de peyama ku gel serî natewînin hate dayîn.
Li Wanê di oparasyonên ku hatin li darxistin de girtina 6 siyasetmedarên Kurd bi daxuyaniyekî ya çapemeniyê hate protestokirin. Di çalakiyê de peyama ku gel serî natewînin hate dayîn.
Li Wanê hefteya borî di encama serdegirtina li ser avahiyên HDP – BDP’ê yên navçe û bajaran de binçavkirin 65 siyasetmedar ku di nav de Hevserokê DBP’ê yê bajarê Wanê Mûrat Sarisaç û hevserokê 6 navçeyan jî heye, têkildarî wê daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin.
Di daxuyaniya ku li Kolanan Hunerê hate lidarxistin de Parlementerê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, endamên HDP’ û DBP’ê, Rêxistinên HDP- BDP yên navçe û bajaran,endamên Dayîkên Aştiyê û Akivîstên KJA’yê jî beşdar bûn.
Rêveberê navçeya DBP’ê ya Îpekyolûyê Fatîha Aras daxuyanî xwed û wiha got: “Hikûmeta AKP’ê yak u di polîstikayên xwe yên li Rojhilata Navîn, Rojava û Mûsilê de winda kir, niha bi Rewşa Awarte û Biryarên di Hikmê Qanûnê de dixwazin xwe xilas bike.
‘HAT DÎTIN KU ÎDAYÊ TÊN KIRIN RASTIYA WAN NÎNE’
Aras diyar kir ku hevalên wan bê hiqûqî hatine binçavkirin, di dema lêgerînê de rê nedane ku parlementer , rêveber û parêzer amade bin. Araw wiha anî ziman: “Di dema ku li avahiyên navçe û bajarên me lêgerîn dihat kirin de di çapemeniyê de hate gotin ku di avahiyê de çekê û madeyên teqemeniyê hene. Ev îdîayên tên kirin dixwazin karên partiya me neqanûnî bikin rastiyê naxe ber çavan, ji xwe di belegeyên ku hatine amadekirin de jî rastî derketiye holê.”
‘ERDOGAN FERMANÊ DIDE’
Aras herî dawî ev peyam da: “Bi van cure êrîşan dixwazin me radest bigirin, eger ku wisan difikirin di nava xapandinekê de ne. Heta roja îro me li hember kesê serî netewandiye bila qet xema nexwin ji niha û şûn de jî em serî natewînin. Em neviyên Seyît Rizanin, Hevalên Zîlanan, Bêrîtanan, Sêvê Demiran û Mehmet Tûncanin.”
Di daxuyaniya çapemeniyê de daxwaz hate kirin ku dawî li helwestên der qanûnî û mirovî bînin, kesên ku hatine binçavkirin û girtin bi lezgîn bên berdan.