Li Wanê operasyonkên siyasî yên ku hevserokên navçe û bajaran hatin binçavkirin û girtin hatin protestokirin.
Endam û rêveberên HDP û DBP'ê, bi armanca serdegirtina avahiyen xwe û binçavkirina hevserokên partiyê şermezar bikin li Kolana Hunerê daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveberan di daxuyaniyê de pankarta "Li dijî derbeyên siyasî, tekoşîna xwe bilind bikin" vekir û silogana "Zext me bêzar nakin" berz kirin. Di çalakiyê de Parlementerê HDP Adem Geverî, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, rêveberên HDP û DBP'ê, Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê û gelek kesên din amade bûn.
Cîgirê Hevserokê DBP'ê yê Wanê Ahmet Aygun diyar ku piştî hewldana darbeye ya 15 Tirmehê li şûna dijberî cemaatê dijberî Gelê Kurd êrîş û zext zêde bûne. Aygûn anî ziman ku AKP li dijî kurdan dest bi xirekirin û qetilkirinê kiriye û got: "Rejîma Erdogan li dijî gelê kurd şerê tevahî daye destpêkirin. Ji ber ku gelê kurd diber xwe dide rastî êrîşên dijwar ên Erdogan û hikûmeta wî tên. Çawa di salên 1990'an de me li dijî êrîşên înkar û îmhayê yên Tansû Çîller, Dogan Gureş û Mehmet Agar serî netewand em niha jî serî natewînin û em wê heta dawî di ber xwe bidin.
Parlementerê HDP Adem Geverî jî diyar kir ku HDP li Tirkiyê keleha siyasetê ye û siyaseta demokratîk dimeşîne. Geverî, destnişan kir ku ji ber HDP siyaseta muxalif dimeşîne rastî êrîşên AKP'e û Erdogan tê û got: "Em jî wek siyasetmedarên gelê Kurd wê li dijî rejîma antî demoqratîk tekoşîne xwe hîn bilind bikin."
Daxuyanî bi çepikan û dirûşmeya "Zext nikare me bi tewîne" bi dawî bû.