Li Wanê binçavkirin, li Dersîmê girtin

Li Wanê 1 kes hatin binçavkirin, li Dersîmê jî kesek hat girtin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP/Qesrê tên meşandin, dewam dikin. AKP a ku nikare berxwedana gelê Kurd bişikîne, her roj mirovan binçav dike û digire.

Polîsên tîmên taybet danê vê sibehê li bajarokê Sixkê û taxa Xaçort ên navçeya Rêya Armûşê ya Wanê avêtin ser malan. Di serdegirtinan de 7n kes hatin binçavkirin. Polîsên dewleta Tirk di dema binçavkirinê de heqaret li mirovan xwarin û bi lêdanê ew binçavkirin. 7 kesên htain binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya bajêr.

Li navçeya Qelqeliyê jî, danê sibehê tîmên taybet ên Tirk avêtin ser malan û Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Recep Canlanci, Hevserokê berê yê DBP'ê yê Navçeyê Yakûp Almaç û welatiyê bi navê Ayhan Kiliç binçav kirin. Her sê kes birin Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê.

DERSÎM

Li Dersîmê, Ferhat Sakman ê ji Şirnexê, dema hat serdana kekê xwe yê li Zanîngeha Mûnzûrê dixwîne, li benda kontrolê ya li ser rêya Mazgîrt Seyîdlî hat sekinandin û binçavkirin. Sakman birin Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê û piştî îfadeya wî li vir hat girtin, radestî edliyeyê hat kirin. Li Edliyeyê jî dozgerê Tirk îfadeya wî girt û sewqî dadgehê kir. Dadgehê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" Sakman girt. Sakman birin Girtîgeha Tûncelî û li gorî agahiyan wê li Girtîgeha Tîpa E ya Elezîzê were bicihkirin.