HPG’ê kuştina polîsê di Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê de girt ser xwe û da zanîn ku li Payîzavayê 2 leşker hatine kuştin. HPG’ê aşkere kir ku gerîlayên HPG’ê 24 saetan li ser xeta Dêrsim-Erzînganê rê kontrol dikin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan ên di 22-23’yê îlonê de li Bakûrê Kurdistanê hatin lidarxistin de agahiyên berfireh da.
POLÎSEK HATE KUŞTIN
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 22'ê Îlonê de di saet 21.00'an de li nexweşxaneya lêkolîn û perwerdeyê ya herêma Wanê polîsek ji aliyê gerîlayan ve hatiye kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “. Artêşa dagirker a tirk a li beramberî serweriya gerîlayên me yê li xeta Çelê, Gever û Şemzînana Colemergê tengav bûye, ji bo kontrolên asayî yên gerîlayên me asteng bike ji 23'ê Îlonê ji saet 05.00'an heta 24.00'ê Îlonê saet 05.00'an riya Gever û Oramarê li çûn û hatinê qedexekiriye.
Di 23'ê Îlonê de ji saet 12.00'an heta 24'ê Îlonê 05.00'an li dijî Çiyayê Çarçelayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
Ev hefteyeke li navçeya Gevera Colemergê li dijî Dola Sertêl, Girê Çeta û Deriyê Goma ji aliyê artêşa dagireker a tirk ji qereqola Şitazinê ve bi hewan û obusan bi navber tê bombekirin.”
LI QAXIZMANÊ DERBE LI HELÎKOPTERÊ XISTIN
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 23'ê Îlonê de di saet 17.00'an de li dijî helîkoptereke ji navçeya Qaxizmana Qersê ber bi Agiriyê ve diçû li nêzî quntarên Aşikdedeyê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Helîkoptera derbe xwariye neçar maye li qereqola Çemê Çeto bi lezgînî dakeve.
GERÎLA 24 SAETAN RÊ KONTROL DIKIN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Ronahî, Şehîd Harûn û Şehîd Armanc de ev agahî da; “Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Ronahî, Şehîd Harûn û Şehîd Armanc de gerîlayên me di 23'ê Îlonê de di navbera saet 14.00-17.30'an de di navbera navçeyên Pasûr û Hezoya Amedê de rê kontrol kirine. Di wesayitên hatine rawestandin de nasname hatine kontolkirin, gel jî di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.
Di 22'ê Îlonê de di navbera saet 13.00-14.00'an de li dijî herêmên Girê Bîrazeynê, Geliyêş Bêşûştê, Paleyên Zaxtê yên bi ser navçeya Pasûra Amedê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin.
LI DÊRSIM-ERZÎGANÊ KONTROLA GERÎLA
Navenda Çapemenî-Ragihandina derbarê Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Zîlan, Şehîd Azîz û Şehîd Celal a li Dêrsim û Erzînganê de got; “Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Zîlan, Şehîd Azîz û Şehîd Celal de di 22'ê Îlonê de riya di navbera Dersim û Erzinganê di saet 17.00'an de kete bin kontrola gerîlayên me heta dotira rojê heman saetê berdewam kir.
JI SÊ BASKAN VE ÇALAKÎ
Di 23'ê îlonê de di saet 18.30'an de li navenda Dersimê li dijî Tabûra Komandoyan a li herêma Bestê (Geyiksû) yê ye ji aliyê gerîlayên me ve ji 3 baskan ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di derbarê çalakiya berdewam dike encamên wê dema hate zelalkirin wê ji raya giştî re were ragihandin.
Artêşa dagirker a tirk li nêzî qereqola Yolçati ya berî çend rojan çalakî lidarxistibû ji aliyê 20 helîkopterên skorskyên 12 helîkopterên kobrayan ewlekariya wê digirte li herêmê daxistine.”