Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar Senar Elter û Endamê Meclîsa Şaredariya Wanê Adîl Adiyaman ên ku di 26'ê mijdarê di operasyona bi navê KCK'ê de hatibûn binçavkirin û pişt re serbest hatibûn berdan li ser îtîraza dozgeriyê hatin girtin. He wiha li bajarê Tirkiye Bûrsayê jî 2 kes hatin girtin.
Di 26'ê mijdarê de li navenda Wan û navçeyên Wanê operasyona bi navê "KCK'ê" pêk hatibû û gelek kes hatibûn binçavkirin. Di çarçoveya operasyonê de li Nûnertiya DÎHA'yê ya Wanê, Nûnertiya Azadiya Welat, Şaxa KURDÎDER'ê, Şaredariya Wanê, Mala Piştgiriya Perwerdehiyê, hemû depoyên şaredariyê, Midûriyeta Îmarê, Navenda Rehabîlîtasyona Sewalan, Prefabrîkeya Serokatiya Şaredariyê, mala Wekîlê Şaredariya Wanê Sabrî Abî, Şêwirmendê Şaredariyê Saît Kantarcioglu, Alîkarê Şaredarê Wanê Selîm Bozyîgît, Şaredarê Eganisê Veysel Keser û gelek mal û navnîşanê din de hatibû girtin. Di serdagirtina de gelek kes hatibûn girtin.
Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar Senar Elter û Endamê Meclîsa Şaredariyê Adîl Adiyaman ên ku di 26'ê mijdarê di operasyona bi navê KCK'ê de hatibûn binçavkirin û pişt re serbest hatibûn berdan li ser îtîraza dozgeriyê hatin girtin.
Di çarçoveya heman operasyonê de Şaredarê Eganisê Veysel Keser, Şêwirmendê Çapemeniya Şaredariyê Saît Kantarcioglu, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê yê berê Yakup Ataş, Rêveberê BDP'ê yê berê Nacî Erkol, Hesabgirê Rêxistina BDP'ê yê berê Naîm Işik, Rêveberê BDP'ê yê Wanê Naîf Ugraş, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Wanê Fevziye Şîran, Seroka Meclîsa Giştî ya Bajar Semîra Varli, Endamê Meclîsa BDP'ê Huseyîn Dag, Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Îbrahîm Alkan, Ji mamosteyên Mala Perwerdehiya Piştgiriyê ya berê Meral Gungor, Rêveberê MEYA-DER'ê yê berê Îshak Arslan, Rêveberê BDP'ê yê berê Îsmaîl Demîr û Serokê Rêxistina BDP'ê yê Elbakê Selahattîn Bozkurt jî bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatibûn girtin.
LI BÛRSAYÊ 2 KES HATIN GIRTIN
Ji 14 kesên li taxên Ulus û Yavuzselîm ên navçeya Yildirim a Bursayê di serdagirtina malan de hatin binçavkirin 12 kes serbest hatibûn binçavkirin û Hasan Yenturk û Murat Yenturk jî piştî îfadeyên li TEM'ê sewqî Edliyeya Bursayê hati kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê ji bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" biryara girtina her du kesan da û şandin Girtîgeha Tîpa H a Bursayê.
Hate zanîn ku Hasan Yenturk û Murat Yenturk ji ber bûyerên di meha mijdarê de bi êrîşa koma nijadperest a li meşa BDP'ê kirin hatin girtin. Di bûyerên bi rojan berdewam kirin de gelek mal û kargehên kurdan hatibûn taxrîpkirin û tu êrîşkar nehatibûn binçavkirin. Bi van girtinan hejmara kesên ji ber bûyeran hatin girtin derket 16 kesan. Di nav kesên hati girtin de rêveber û endamên BDP'ê hene.