Li Wan, Şirnex û Dêrsimê çalakiyên gerîlayan

Li Wan, Şirnex û Dêrsimê çalakiyên gerîlayan

HPG’ê ragihand ku gerîlayên HPG’ê di 28’ê Îlonê de li navçeya Payîzava ya wanê çalakiyek li dijî karwanek leşkerî li dar xisitn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin di çalakiya li navçeya Elkê ya Şirnexê de jî leşkerek hate kuştin û li Dêrsimê jî gerîlayan rê kontrol kir.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan ên di 28’ê Îlonê de li Wan, Şirnex û Dêrsimê hatin li darxistin de agahî da.

LI PAYÎZAVA ÇALAKÎ

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê aşkere kir ku di 28'ê îlonê de di saet 20.30'an de li navçeya Payizavaya Wanê li dijî karwanê ji Geliyê Dêrê ya di navbera Gundên Axsîn û Qesrokê derbas dibe û ji 5 wesayitan pêk tê ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û got; “Di encama vê çalakiyê de wesayiteke akrep a zirxî hatiye derbekirin herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk rê li çûn û hatinê hatiye qedexekirin lê hîn jî serweriya gerîlayên me ya li herêmê berdewam dike”.

LI ELKÊ LEŞKEREK HAT KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ; “Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda de Di 28'ê îlonê de di saet 17.10'an de li dijî Girê Çeperê ewlekariya Tûgaya Elkê digire ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkereke dijmin hatiye kuştin.”

LI DÊRSIMÊ RÊ HAT KONTROLKIRIN

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê got; “ Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Zîlan, Şehîd Celal û Şehîd Azîde di saet 28.'ê Îlonê de di navbera saet 15.00-19.00'an de li ser riya Dersim-Xozatê de ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.”

LÝ DÝJÎ HERÊMÊN GERÎLAYAN ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

HPG’ê der barê operasyon û êrîşên hewayî yên artêşa Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û herêmên din ên di bin kontrola gerîlayan de agahî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 27'ê Îlonê de operasyona ji aliyê artêşa dagirker a tirk a li dijî herêma Geliyê Zap a bi ser navçeya Çelêya Colemergê dabû destpêkirin tê berfirehkirin û berdewam dike. Di çarçoveya opoeraysonê de di 28'ê îlonê de di navbera saet 08.00-10.00'an de li dijî Girê Mirişka hêzê xwe danîne, piştî saet 24.00'an de li dijî Girê Helwesîsê bi helîkpterên kobrayan hatiye bombekirin.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kirku di 28'ê îlonê de di navbera saet 13.00-15.00'an de li dijî Geliyê Zapê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin û der barê operasyon û bombebaranan de ev agahî da:

“Di 28'ê îlonê de di saet 04.00'an de li dijî derdora Gundên Tu, Nêrdûş, Deman, Ola û Tîsê yên bi ser Şemzînanêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Herweha 80 cerdewanên ji Qempa Diyê jî tevlî vê operasyonê dibe.

Di 28'ê Îlonê de ji saet 04.00'an heta 29'ê Îlonê saet 05.00'an li herêma Oramara Geverê li dijî herêma Geper, Girê Şehîd Gafûr û Geliyê Avaşînê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

Di 29'ê Îlonê de di navbera saet 01.00--01.30'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Xinêrê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê bombebarana li hemberî Qendîl, Garê û Heftenînê jî pêk hatin de ev agahî da:

Di 28'ê Îlonê de di navbera saet 14.30-15.00'an de û di navbera saet 19.00-20.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Enzê û Sîlê yên bi ser Qendîlê ve ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer du caran hatiye bombekirin.

DÝ 29'ê Îlonê de di saet 01.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Meyrokê ya bi ser herêma Garê ve ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

Di 29'ê îlonê de di navbera saet 06.00-07.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêmên Dola Sûlê û Kato Sûlê ya bi ser Heftenînêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”