Berfa zêde ya pêr êvarê li Wan, Colemêrg û Agiriyê dest pê kir, bandoreke neyînî li welatiyan ki. Li Wanê riya 33 gundan hat girtin, li Colemêrgê hewaya sar xwe di bin sifrê de 11 da dixuyên.
Berfa pêr êvarê li Wanê dest pê kir bi saetan berdewam kir. Berfa di saetên êvarê de barî, carna li cihên bilind bi mijê bandora xwe nîşan da. Li navçeya Gevera Colemêrgê, welatiyan serê sibê çavên xwe bi berfê vekir. Barîna berfê ya li navçeyê bê navber berdewam kir, stûrahiya berfê qasî gihişt 15 santîman, hewaya sar di bin sifrê de 11 pile bû.
Li navçeya Bazîda Agiriyê jî berfa ku pêr êvarê dest pê kir, heta serê sibê berdewam kir. Stûrahiya berfê li cihê bilind heta 20 santîmî xwe da der, welatiyan bi berfokan li ber dikan û malên xwe paqijî dan destpêkirin.
Her wiha Muduryeta Giştî ya Mereorolojiyê jî daxuyanî da û welatî ji ber qeşayê hişyar kir. Li gorî texmînên muduriyetê dê rewşa hewayê li herêmê rewşa ewrayî û sar derbas be. Di saetên nava rojê û êvare de, li herêma Başûr û Rojhilat qeşa û cemed hebe.