Li Tirkiyeyê sînorê xizaniyê 1763 lîre ye

Li Tirkiyeyê sînorê xizaniyê 1763 lîre ye

Li gorî Kamu-Sen ya Tirkiyyeê  malbateke ji çar kesan pêk tê sînorê wan yê birçîbûnê 1361 lîra 85 qûrûş û sînorê xizaniyê jî 1763 lîra 58 quruş e.

Kamu-Senê ku di meha çile de der barê sînorê xizanî û birçîbûnê de daneyên xwe aşkera kir, hejmarên wan pir zêde di ser heqdestê kêm de derket.  Li gorî daxuyaniya Kamu-Senê  li Tirkiyeyê tenê yek kes bixebite sînorê wî yê xizaniyê 1763 lîra 58 quruş, yê birçîbûnê jî 1361 lîra 85 quruş e. Li gorî endamên endeksa debrê ya herî kêm a aydê meha Çile de; malbateke ji çar kesan pêk tê debara wan ya herî kêm ligorî meha beriya wê jis edî 0.05 zêde bûye û bûye 3 hezar 252 lîra 42 quruş.

Her wiha di meha çile de lêçûyîna xurekê ya mehane a malbateke ji çar kesan pêk tê 799 lîra 11 quruş, tenê lêçûna xurek û kirê jî 1347 lîra 6 quruş hat hesabkirin. Yanî bi giştî  malbateke memur ku mehane 1924 lîra 51 quruş digire ji bo lêçûna xurekê ji sedî 41.52 ji maaşa xwe vediqetîne.

Di meha çile de memurekî ji sedî 3 maaşa xwe bi zem girt, ji sedî 70 maaşa xwe tenê ji bo xurek û kirê vediqetîne.  Di meha çil de di xurekê de ji sedî 3.3 û di lêçûna tenduristiyê de jî ji sedî 15.54 lêçûn zêde bû