Li şûna Midûriyeta Rêya Bejahî mizgeftê tê çêkirin

Li şûna Midûriyeta Rêya Bejahî mizgeftê tê çêkirin

Li Amedê piştî avahiyên Karkên Avê yên Dewletê (DSÎ) û Rêxistina Sîxûrî ya Neteweyî ya Tirk (MÎT) yên bi bihayê bi milyonan TL pereyê Tirk kirê dan cemeeta Fethullah Gulen, vê carê jî cihê 9’emîn Herêma Rêya Bejahî ya ku li gel avahî, lojman û eraziya wê 28.5 donum e, ji bo çêkirina mizgeftê dan Miftîtiya Amedê.

Li Amedê AKP avahiyên geleperiyê pêşkêşê alîgirên xwe û cemetan dike. Kompleksa Midûriyeta 10’emîn a DSÎ ya li navçeya Yenîşehîra Amedê ya ku bihayê wê milyonan TL ye, bi kirêya mehane ya 400 TL dan Cemeeta Gulen. Cemeet dê van avahiyan weke lojman û avahiyên îdarî yên zanîngehê bi kar bînin.avahiya MÎT’ê ya li navçeya Yenîşehîrê jî dan Weqfa Belavkirina Ilmê.

Midûriyeta Herêma 9’emîn a rêyên Bejahî jî dan Wezareta Diyanetê ya Tirk.

Piştî hevdîtinên hatin kirin, aşkere bû ku dê Miftîtiya Bajêr li cihê 28.500 metre dam ku avahiya îdarî ya Midûriyeta Herêma 9’emîn, avahî û lojman tê de ne, mizgeftekê çêbike.

Beriya niha jî Midûriyeta 10emîn ya DSÎ ku ji sala 1954 ve xizmetê dide, avahiya bir ser rêya Amed-Erxeniyê û piştî ji vir bar kir, avahiya xwe bi 400 TL kirê da Weqfa Çand û Perwerde ya Îpek a navenda wê li Dîlokê ye û girêdayî Cemeeta Gulen e.

AVAHIYA MÎT'Ê JI 49 SALAN KIRÊ DAN WEQFA BELAVKIRINA ILMÊ

Weqfa Belavkirina Ilmê ji bo 49 salan avahiya berê ya MÎT’ê kirê girt û ji bo vê derê vebiguherîne wargehên xwendekarên keç û xort, dest bi tadîlatê kir. Avahiyên DSÎ û Rêyên Bejahî ya Herêma 9’emîn jî li benda karûbarên burokrasiyê ne.

MIDÛRIYETA RÊYÊN BEJAHÎ DAN DIYANETÊ...

Piştî ku avahî û zeviyên DSÎ û MÎT’ê bi bedelek erzan dan weqfên Cemeetê, avahiya MidûriyetaHerêma 9’emîn a ku Rêyên Bejahî yak u ji 1950 ve li herêmê xizmetê dike ji bo Wezareta Karên Diyanetê ya Tirk hate kirêkirin.

Wezareta Karên Diyanetê avahiya Midûriyeta 9’emîn Herêma Rêyên Bejahî yak u gera avjeniyê (melevanî), qada fûtbolê, lojman û avahiyên îdareyî têde hene, mehane bi 400 TL kirê girt.