Li Şirnexê zilma darazê: Ji bo 40 kesan 401 sal ceza

Li Şirnexê zilma darazê: Ji bo 40 kesan 401 sal ceza

Di doza KCK'ê ya Şirnexê ya Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî heye 41 jê girtî 55 siyasetmedarên kurd duh li Amedê hat dîtin. Dîwana dadgehê li 40 kesan bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" ji bo her kesekî di navbera 6 sal û 3 meh û 17 salan de cezayê girtîgehê birî. Dîwana bi tevahî li 40 kesan 401 sal û 9 meh cezayê hepsê birî.

24'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Şirnexê ya ku di nav de Parlementerê BDP'ê Faysal Sariyildiz jî heye, 41 kes jê girtî 55 siyasetmedarên kurd, duh li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Parlementera BDP'ê Nursel Aydogan û xizmên kesên girtî tevlî rûniştinê bûn. Di rûniştinê de ji bo Beşîr Katar ê ku tirkî nedizanî kesê li edliyê fotokopiyê dike weke werger hate peywirdarkirin. Beşîr Katar di parastina xwe de diyar kir ku ji ber wan nasnameya xwe parast tên darizandin. Rûniştina dozê pitî nîvro bi parastina parêzeran berdewam kir.

Prz. Mesut Beştaş diyar kir ku ji ber muwekilê wî bi zimanê zikmakî parastin nekiriye ew dê li vir parastina xwe qut bike. Li ser vê yekê heyeta dadgehê navber da. Heyeta dadgehê dîsa parastina kurdî red kir û daxwaza parêzekran qebûl nekir. Prz. Fethi Gumuş, jî ragihand ku ew ji bo parastinê naxwazin, tenê ji bo parastina zimanê zikmakî dixwazin li benda guhertina zagonê bin. Piştre serokê dadgehê ji siyasetmedaran pirsa "Hûn dixwazin parastinê bikin ya na? pirsî. Li ser vê yekê siyasetmedar Metin Findik, diyar kir ku nêzî 4 salin ten darizandin, lê ji ber ku nikarin bi zimanê zikmakî parastinê bikin darizandin wisa dirêj dibe.Findik xwest li benda guhertina zagonê bin û wiha got: "Biryar çi dibe bila bibe em dê bi kurdî parastina xwe bikin."

DÎWANÊ PIŞTÎ 7 DEMJIMÊRAN BIRYAR DA

Dîwana dadgehê piştî 7 saet navber da biryar aşkere kir. Dîwanê diyar kir ku kesên kevir avêtine 6 sal û 3 meh ceza. Redkirina parastina zimanê zikmakî ji ber zagonan e. Dîwanê ji ber ku di navde Parlamanter Faysal Sariyildiz jî heye 12 kes bi rapor bûn û tevlî rûniştinê nebûn dozya wan cuda kir. Dîwanê 3 kes serbest berdan û li 40 kesan bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" û "Teqemenî li ser xwe gerandine" di navbera 6 sal, 3 meh û 17 salan de ceza birî. Dîwanê bi tevahî li 40 kesan 401 sal û 9 meh cezayê girtîgehê birî. Girtiyan bi dirûşima "Biji Serok Apo" dadgeh şermezar kir.