Di demjimêrên şevê de li Taxa Bahçelîevler ya navend Şirnexê dema wesayîta sivîl ya leşker tê de derbazbû teqînekê rû da. Li gorî çapemeniya Tirk herî kêm 2 çawişên pispor birîndar bûn.
Di demjimêrên şev yên 22.00’an de li Taxa Bahçelîevler ya navend Şirnexê dema wesayîtek sivîl ya leşker tê de derbazbû teqînekê rû da. Li gorî çapemeniya Tirk, di teqînê de Çawişê Pispor Emrah Polat û Mehmet Selvî birîndar bûn. Çawişên pispor yên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.